Harut Sasunyan bang li gelan kir: Hevbendiyeke li dijî Erdogan ava bikin

Edîtorê rojnameya California Queer a Ermenî Harut Sasunyan diyar kir ku eger seknek çênebe dê Erdogan deverên din li herêmê dagir bike û gelên wê tune bike. Harut Sasunyan bang li gelên herêmê kir ku li dijî dewleta Tirk hevbendiyekê li dijî Erdogan ava bikin.

Harut Sasunyan bang li gelan kir: Hevbendiyeke li dijî Erdogan ava bikin
5 hezîran, 2022   05:38
NAVENDA NÛÇEYAN-GÎVARA ŞÊX NÛR

Dewleta Tirk a dagirker hewldanên xwe yên ji bo vejandina serdema Osmanî dewam dike. Ji bo pêkanîna vê jî li herêmê tevlihevî belav dike, beşek ji xaka Sûriyê, Iraq, Lîbya, Eremenistan, Yewnanistan û çend deverên din dagir kirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya koçberkirina bi darê zorê û Tirkkirinê, demografiya herêmên dagirkirî diguherîne. Vê yekê jî bi hevkariya rêxistinên weke "Gurên Boz", çeteyên DAIŞ'ê, Cebhet El-Nusra, Tîmên Sadat, çeteyên ji Sûriyê, Tirkmanen, Îgor, Şîşan û Ozbegan pêk tîne ku dewleta Tirk ew ava kirin.

Serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan, "Buhara Erebî" ji bo berjewendiyên xwe derfet girt. Li Sûriyê, Misirê, Lîbya û Tûnisê destek da Îslama siyasî, lê siyasetên wî rastî nerazîbûnên gel hatin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Erdogan li ser têkbirina tecrubeya Rêveberiya Xweser kar dike nexasim kurdan ku li pêşiya siyasetên wê sekînin û ev herêmê ji terorê rizgar kir û rêveberiyên sivîl ava kirin. Ew dixwaze bi rêya van gefan, guhertina demografiya herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi rêya bi cihkirina penaberên sûrî li wan herêmê û koçberkirina şêniyên resen, dixwaze tecrubeya Rêveberiya Xweser tune bike.

Erdogan li ser şopa pêşiyên xwe yên osmanî ku komkujî li dijî ermenan pêk anîn û Erdogan naxwaze pê îtîraf bike, ne tenê pêkhateyekê dike hedef lê belê, li dijî kurdan, ereban, suryanan û ermenan li Sûriyê, Iraq, Lîbya û Ermenistanê sûcan pêk tîne.

`ERDOGAN ZORDAR E`

Di vê der barê de Edîtorê rojnameya California Queer a Ermenî Harut Sasunyan ji ajansa me re axivî û got: Erdogan zordar e. Tenê bi hêzê rê li pêşiya kesên mîna Erdogan tê girtin. Divê qurbahiyên vê dewletê li hember Tirkiyê hevbendiyeke xurt ava bikin. Divê endamên vê hevbendiyê, Ereb, Kurd, Ermen, Asûr, Qibirsî, Yewnan, Îranî, Iraqî, Rûs, Sûrî, Suryan û Êzidî bin.  Heke tev li hev bibin, dê xwe biparêzin û hewldanên dewleta Tirk careke din têk bibin.”

`LI SER ŞOPA OSMANIYAN`

Rêbaza osmaniya nû; dubarekirina rêbaza berê ye ku bû sedema karesteke mirovî ku li cîhanê belav bû. Naziyê jî bi rêya jînoside heman rêbaz pêk anî.

Harut Sasunyan Erdogan weke “Hitlerê serdema niha” û Tirkiyê jî weke “Almanya Nazî” bi nav kir û got: ”AKP`ê ku piştgirî dide hemû tevgerên tundrew li cîhanê bi MHP`ê ya nijadperest re li hev dike”.

Sasunyan rexne li welatên Ewropayê kir û ev tişt anî ziman: “Pirsgirêka Erdogan ew e ku xwe mezin dibîne, xwe dibîne sultan û xelîfe. Dewletên mezin ev yek paşguh dikin û çek didin wî. Divê li ser Tirkiyê ceza bên ferzkirin. Divê tu kes çek nefiroşe Tirkiyê. Her wiha Tirkiyê ji NATO bê qewitandin."

Harut Sasunyan her wiha ev tişt anî ziman: “Di dîrokê de dema Osmaniyan di nava dewletên Ewropayê de fitne çêdikir, ji her du aliyan sûd digirt. Diviyabû Ewropa sînorek ji dijminatiya Osmanî re danîbane.Piştî şerê cîhanê yê yekem dema dewletên Ewropayê êrişî Osmaniyan kirin, diviya bû rê nedana Ataturk ku bi rêya têkbirina Kurdistan û Eremenistanê dewleta xwe ava bike. Dewletên Ewropayê rê dan ku Tirkiyê serê xwe yê pîs rake.”

Der barê têkiliyên Osmaniya nû de bi Komeleya Îtîhad û Tereqî re got:"Bi hêsanî mirov dikare bêje Erdogan berdewama tevgera Tirkiye El-Fetat e (Tirkiya Keç).”

Edîtorê rojnameya California Queer a Ermenî Harut Sasunyan di dawiyê de ev hişyarî da, “Eger li dijî Tirkiyê hêz neyê bikaranî, dê hin deverên din bên dagirkirin û beşek din ji mirovan bên çewisandin.”

(şt)

ANHA