Bi nêrîna welatparêzan xalên hêzbûna PKK`ê çi ne?

Dewleta Tirk bi rêya êrişên domdar ên li ser PKK'ê xwest vîna kurdan têk bibe, lê ev partiya ku di 1978'an de xwe îlan kiriye xurttir û birêxistintir bû û piştevanên xwe jî zêde bûn.

Bi nêrîna welatparêzan xalên hêzbûna PKK`ê çi ne?
5 hezîran, 2022   06:25
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED SEMÎR

Damezirînerê komara Tirkiyê ya nû, Mustefa Kemal Ataturk got: "Bi şikandina şoreşa Dêrsimê ya bi pêşengtiya Şêx Seyîd Riza di 1937'an de, me doza Kurd di qebreke kûr de, heta hetayê binax kir, me çemento lê kir." Nêrîn û fikirê tirkan jixwe ev e ku qirkirin û înkarkirina kesên din ji xwe re esas digire.

Piştî Ataturk bêhtirî 10 serokên Tirkiyê hatin û heman gotin, gotin, lê doza gelê Kurd û gelên din ên bindest, piştî ku xwîna wan bû yek û bi fikirê neteweya demokratîk bawer kirin ku ew felata gelan e, îro xwe bihêztir li ser qada herêmî û navneteweyî ferz dike.

PKK'ê ji destpêka damezirandina xwe ya di heftiyên sedsala borî de, di çavên hikumetên Tirkiyê yên ji wê demê û heta niha de tevî ku partî destpêkê komeke îdeolojî ya biçûk ku ji 7 kesan pêk dihat, stiriyeke bû. Her wiha serokên dewleta Tirk a dagirker dibêjin; “Em ê dawiya wan di çend saetan de bînin”, lê ev bû 44 sal gelek li benda van saetên Tirkiyê ne ku hîn bi dawî nebûne û rastî berxwedanên bêhempa hatine.

Tê zanîn ku PKK`ê ji bêhtirî 44 salan ve ji bo bidestxistina mafên Kurd ên di destê pergalên netewperest ên Rojhilata Navîn û yên dagirkerên Kurdistanê de, tê dikoşe. Tevî rêkeftin û lihevkirinên navneteweyî yên dewletên desthilatdar ên navendî û yên herêmî li dijî PKK, lê wê ew planên ku dixwestin dawiya wê bînin û ji hev bixin, têk birin.

Rêber Abdullah Ocalan di 1971'an de berê xwe dide Enqereyê û di Fakulteya Zanistên Siyasî de dixwîne, piştî ku demeke kurt di Fakulteya Mafnasiyê ya Istanbulê de xwend. Di vê qonaxê de gelek fikirên şoreşgerî û sosyalîst nas dike, li vir jî rastî hevrêyên xwe yên pêşîn tê û dest bi amadekirina damezirandina komekê dike ku xwedî li perspektîfên wî yên Kurdistana mêtinger derketin.

Şoreşa PKK`ê ya ku bi pêşengtiya rêber Ocalan di 1978'an de dest pê kiriye, ji şoreşên din ên Kurdistanê yên berî wê bi îdeolojiya xwe gelekî cuda ye û di demekê de bû ku tê de gelê Kurd hêdî hêdî bi temamî bi destê dagirkeriya Tirk hatibû bişaftin, piştî gelek qirkirin û komkujiyan. Şoreşa PKK`ê li cîhanê deng veda ku gelek kesên ji neteweyên din pê bawer kirin.

Gelê Kurd li Kurdistanê şikestî, bêhêz û bêvîn bû, wek dareke hişk û ziwa ku hemû damarên xwe ji dest dabûn. Rêber Ocalan ev dar vejand, piştî ku di dîroka gelê Kurd de li şikestin û felaketên wî lêkoliya, nexşeya rêya çareseriya doza wî danî.

`FIKRÊ RÊBER OCALAB CUDA BÛ`

Welatparêzê bi navê Beşîr Êzidî ku niha li Ewrupayê ye, berî 33 salan Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike. Têkildarî mijarê got: "Jê re Apocî dihat gotin, min qet tiştek der barê wan de nedizanîbû, min fikir û ramana partiyê bi rêya civîn û pirtûkên ku min xwendine, nas kir. Ew fikrekî neteweyî bû ku xwe dispêre wekheviyê, ti cudahiyê naxe navbera parçeyên Kurdistanê û amade ye her çar parçeyan jî biparêze."

Êzîdî xuya kir ku berî damezirandina partiyê ew 7 kes bûn ku tevahiya cîhanê xwestin wan têk bibin, lê nikarîn û wiha domand: "Fikrê rêber Ocalan cuda bû. Gelê Kurd ew pejirandin ji ber ku rastiya xwe ya windayî di wan de dît, xwe ji bo gelê xwe kirin fedayî û xema wan doza Kurd bû, ne berjewendî, ne pere û ne jî malbata wan bû."

`SERDEMA WAN BI DAWÎ BÛ LÊ PKK'Ê BI DAWÎ NEBÛ`

Her wiha Êzidî ev li gotina xwe zêde kir: "Serokên tirk ên ku digotin “em ê dawiya PKK`ê bînin tev çûn,” peymana wan bi dawî bû lê PKK'ê ya ku bi 7 kesan dest pê kir û îro bi milyonan li ser şopa wan in, bi dawî nebû."

`EV FIKIR BÛ STIRIYEK DI ÇAVÊN ERDOGAN Û HEVKARÊN WÎ YÊN FAŞÎST DE`

Têkildarî rewşa gelê Kurd berî şoreşa rêber Ocalan, Beşîr Êzîdî got: "Vîna gelê Kurd lawaz bû dema rastî çewisandinê hatiye. Fikrê rêber Ocalan gelê Kurd ji xewê şiyar kir, êdî kes nikare vê fikrê têk bibe, em dibînin çawa entersyonalîst ji seranserî cîhanê dev ji welatên xwe berdidin û diçin çiyayan ji bo di oxira vê dozê de şer bikin û şehîd bibin. Ev yek di dîroka mirovahiyê de çênebûye, ev fikir bûye stiriyek di çavên Erdogan û hevkarên wî yên faşîst de."

`GELÊN CÎHANÊ FIKRÊ RÊBER OCALAN PEJIRAND`

Êzidî axaftina xwe wiha domand: "Li Bakurê Kurdistanê ti kes nikarîbû tiştek bigota, lê piştî damezirandina PKK'ê wan dest bi jiyaneke nû kir, zarokên xwe dişandin şehadetê û digotin em ê hîn bişînin û li ser şopa wan bin."

Êizdî bal kişand ser rewşa kurdistaniyên li Ewropayê û got: "Kurdên li Ewropayê fikrê rêber Ocalan nas dikin, ew ji aliyê gelên cîhanê ve hate pejirandin, lê dewletên Ewropa bi mafên mirovî îtîraf nake. Eger mafên mirovî parastî bûna rêber Ocalan heta niha girtî nedima, lê gel bi fikirê wî xwe bi çek kir ku ne ji fikrê wî ba dê DAIŞ bigihişta Ewropa jî. Lê ev fikir bi armanca parastina nirxên mirovahiyê li seranserî cîhanê hat."

TIŞTÊ KU EZ LÊ DIGERIYAM MIN DI VÎ FIKRÎ DE VEDÎT

Welatparêzê bi navê Ebdulkerîm Xelef jî got wî Tevgera Azadiyê di 1979'an de nas kiriye, gava wî li bajarê Qamişlo kar dikir, bi rêya têkoşerekî bi navê Hisên fikir nas kir. Xelef wiha domand: “Taybetmendiyên rêber Ocalan ên exlaqî û manewî wê bilind ez kişandim. Li cem min hêviyek çêbû ku ez bêhtir fikrê wî nas bikim. Min jê çend pirtûkên der barê îdeolojiya partiyê xwestin, piştre di heştiyan de min bi awayekî kûrtir ew nas kir.”

Xelef wiha domand: "Tiştên ku ez di ciwantiya xwe de lê digeriyam, min di vî fikirî de dît, tiştên windayî di civaka me de min li wir dîtin."

‛FIKRÊ OCALAN DI NAVA GEL DE YE, ZEHMET E DAMARANÊN WÊ WERIN HILKIRIN’

Xelef destnîşan kir ku Kurd wateya şoreşê piştî naskirina fikirê rêber Ocalan nas kirin û ev tişt got: "Eger em hay ji darekê hebin, wê damarên wê xurt bibin, lê heke damar hatin hilkirin, dê bemire. Fikrê Ocalan di nava gelan de ye, zehmet ew fikir were têkbirin."

‛GELÊ ROJAVA MAL Û CAN DA’

Xelef diyar kir ku piştî gelê Kurd fikir û îdeolojiya rêber Ocalan nas kirin, tu carî dudilî ne bû ku mal û canê xwe bike qurbanî. Xelef wiha anî ziman: "Gelê Kurd gelekî paqij e û li ser axa xwe ya dîrokî dijî, her tim dijminê wî ew parçe kir. Pêwîstiya me bi fikrekî hebû ku me dîsa bicivîne.

Her wiha Xelef diyar kir ku fikirê rêber Ocalan rojbûn û hişyarbûna ji xewê bû.

‛EW NIKARIN WAN TÊK BIBIN...EW BAWERIYA ME NE’

Xelef da zanîn ku ji destpêka têkoşîna çekdarî li dijî dagirkeriya Tirk, her tim daxuyabî û gotinên serokên tirkan hebûn û gef dixwarin ku ew ê PKK’ê di çend saet û çend rojan de têk bibin. Ew jî dê bi rêya çekên nûjen pêk bînin. Lê nikarîn PKK’ê têk bibirana û têk bibin jî. Xelef ev tişt anî ziman: "Ew şervan baweriyên me ne. dewleta Tirk a dagirker her car bi pêyan diçe wir, lê bi ser milan tê. Bê guman dê vê carê jî serşikandî vegere."

‛ŞOREŞA RÊBER OCALAN JI SERHILDANÊN DİN CUDATIR E’

Ji aliyekî ve, siyasetmedarê Kurd Yûsif Kotî diyar kir ku şoreşa rêber Ocalab ji serhildanên din cudatir bû. Ji ber ku li ser bingeha îdeolojiyeke durist, neteweyî û sosyalîst ava bû. Ev têgeh û fikir di nav civakê û şervanên partiyê de cihên xwe girtin.

DESTHILATÎ NE XEMA KESAYETÊN PARTIYE YE

Kotî diyar kir ku sedema pêşveçûn û serkeftina partiyê ew e ku hemî kesên di partiyê de wekhev in, ku tu kes ji wan tu carî bi desthilatê nafikire, lê belê rihê hevaltiyê her tim li pêş bû.

PLANÊN REŞKIRINA PKK'Ê

Kotî anî ziman ku planên ku ji aliyê dewletên NATO ve, bi rêya endamên Gladyo ji bo reşkirina PKK'ê hatibûn dayîn, piştî ku li Ewropa deng veda û gelek kes pê bawer bûn. Wê demê dewletên NATO serokwezîrê Swêdê Olf Palma yê ku têkiliyên baş bi tevgera azadiyê re ava kiribûn, kuştin, da ku tevgerê bi wê yekê tewanbar bikin û navê wê di lîsteya terorê de bi cih bikin. Ew jî ji bo partiyê bixetimînin û nehêlinên tevgerên rêxistinkirina gelan pêk bîne.

‛ŞIKANDINA QALIB...JIN XWEDÎ VÎN Û HÊZA XURT E’

Kotî eşkere kir ku fikrê rêber Ocalan têgeha kevin û qalib şikand. Bi wê re hêza jin a taybet çêbû û ku bi vîna xwe şer dike û ev tişt got: "Her tim rêbertî fikrên nû pêşkêş dike. Her tim fikrên klasîk di guhartinê de bûn."

ŞENGAL, HEWLÊR, ZAXO Û DIHOK PARASTIN

Girêdayî rola mezin a PKK'ê ya şerkirina terorê li herêmê, siyasetmedar Yûsif Kotî diyar kir gerîlayên PKK'ê bi rêkeftineke bi hikûmeta Îraqê re derbasî Baûrê Kurdistanê bûn, ne tenê ji bo parastina Şengalê, lê belê ji bo parastina Hewlêr, Dihok û Zaxo jî. Wan bi bedenên xwe li derdora van bajaran mertal çêkirin; ji bo rê nedin DAIŞ'ê ku wan talan bike. Ew parêzvanên Kurdan û destkeftiyên Kurdan in û bi dehhezaran kurdên êzidî ji komkujiyan rizgar kirin.

EW NAXWAZIN VÎNA GELÊ ŞENGALÊ BIBÎNIN

Kotî eşkere ti hêz û vîn li ba gelê Şengalê tune bû, gava wan dest bi birêxistina xwe kirin jî, hikûmeta Îraqê û PDK'ê nexwest wê yekê bibînin, wan xwest ku vîna gelê Şengalê ku tu rojan gef li yekîtiya Îraqê nexwar, bişikînin. Lê belê Şengal yekitî û serweriya Îraqê parast, hêza ku wê ava kiriye ji bo parastina xwe ji êrişan bû.

BI ZIMANÊ XWE GOTIN EM NIKARIN PKK'Ê TÊK BIBIN

Artêşa Tirk bi hevkariya PDK'ê êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê li Başûrê Kurdistanê dikin. Kotî jî da zanîn ku eger PDK'ê piştgiriya dagirkeriye Tirk bike yan neke, dê bi ser nekeve.

Yûsif çend mînakên dîrokî ku tê de herdu li hember dagirkirina Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çûn, anîn ziman û got: "Di salên 1992 û 2000'î de, YNK'ê û PDK'ê êrişî herêmên gerîla kirin, berpirsên herdu partiyan jî bi zimanê xwe gotin em nikarin PKK'ê têk bibin, madem ew vê yekê dizanin çima îro ew piştgiriya PKK'ê nakin?.

PIŞTÎ BIKETINÊ, WAN BERÊ XWE DA ROJAVA

Her wiha Kotî diyar kir ku "Piştî ku hejmara kuştiyên artêşa Tirk gihişt sedan û nikarîbû armanca xwe pêk bianiya, berê xwe da Rojava û gefa êrişeke mezin xwar, bi bihaneya ku ew metirsiyê li ser ewlehiya wê ya neteweyî çêdike. Eger me ev mijar şîrove kir em ê bibînin ku ev reva ji Avaşîn û Zapê ye û ew ê êrişî Rojava bike ji bo ziyan û zirarên xwe veşêre."

‛KURD DI HEVSENGIYÊN NAVNETEWEYÎ DE WÊ REQEMEKE ZEHMET BE’

Kotî anî ziman ku Tirkiyê li tu deran bi ser nakeve, Kurd dê bibin reqemeke zehmet di hevsengiya navdewletî de be bi hatina 2023’yan re. Guhartinên di Rojhilata Navîn de çêdibin, dê bi rêya Kurd û bi fikrê neteweya demokratîk bin.

‛PÊKHATEYAN SOZA SERKEFTINÊ DA’

Siyasetmedarê Kurd Yûsif Kotî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "PKK'ê tu gavan bi paş ve navêje, gava ew grûpeke ku ji 7 kesan pêk dihat, Tirkiyê nikarîbû ew têk bibira, îro bi milyonan e. serkeftin bêyî fedekariyan pêk nayê. Nexşekirina xeta azadiyê, bi keda şehîdan ku Kurd, Ereb û Suryan heta dawiyê soza wê daye, wê pêk bê."

ANHA