​​​​​​​Rûspî: Dewleta Tirk bi dagirkirinê re dixwaze avahiyên mêtingeriyê jî zêdetir bike

Rûspiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê diyar kir ku ji ber têkçûyîna dewleta Tirk li hember gerîlayan, dewleta Tirk careke din berê xwe dide herêmê û got: “Dixwaze herêmên din dagir bike û pê re bêhtir avahiyên mêtingeriyê ava bike.”

​​​​​​​Rûspî: Dewleta Tirk bi dagirkirinê re dixwaze avahiyên mêtingeriyê jî zêdetir bike
5 hezîran, 2022   00:45
NAVENDA NÛÇEYAN-SÎMA BROKE-SAMIR EBDULEZÎZ

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin. Herî dawî Erdogan got ew ê Minbic û Til Rifetê jî dagir bikin.

Têkildarî mijarê endamên Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re axivîn.
/kr/uploads/files/2022/06/04/183150_-.webp

Ji rûspiyên eşîra Kuresa Ebdulmecîd Îbrahîm diyar kir ku bi sedan salan e dewleta Tirk a dagirker êrişî gelan dike, di êrişên xwe de Kurd, Ereb û Suryanan dike hedef û got: “Armanc ne tenê herêmek e. Ev êriş li pêş çavê Rûsya û Amerîkayê pêk tên. Dewleta Tirk bi balafirên bêmirov êrişên xwe dibe ser welatiyan, lê tu alî li hemberî van sûcan dernakeve.”

‘BI SALAN E GEL LI BER XWE DIDE, NIHA JÎ DÊ LI BER XWE BIDE’

Ebdulmecîd Îbrahîm destnîşan kir ku gel dê heta dawiyê bi Rêveberiya Xweser re be û got: “Ew ê piştgiriya xwe ji QSD, YPG û YPJ`ê re jî bikin, ji ber ku bi salan e gel li hemberî êriş û sûcên ku li dijî wan tên kirin, li ber xwe didin.”

Ebdulmecîd Îbrahîm da xuyakirin ku heke baweriya gelan bi hêza wan nehatibe ew ê heta niha li welatê xwe têkoşîn nedomanda û wiha dom kir: “Baweriya gelan bi hêza wan a leşkerî jî heye, dê gel bi ser bikeve.”

/kr/uploads/files/2022/06/04/183026_-.webp

Ji rûspiyên êla Zibêd Raxib El-Faris jî diyar kir ku ew wek rûspiyên Ereb êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin. El-Faris bal kişand ser berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “Ji ber ku li Zap û Avaşîn têk çû, careke din berê xwe dide Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Raxib El-Faris da zanîn ku bi van gef û êrişan dewleta Tirk a dagirker dixwaze ewlehiyê li herêmê têk bibe, pê re jî şêniyên resen ji herêmên wan derxe û wiha dom kir: “Avahiyên mêtingeriyê li herêmên dagirkirî ava dike, bi van êrişan jî dixwaze herêmên din dagir bike û pê re bêhtir avahiyan ava bike. Bi vî awayî guhertina demografîk lezgîntir dike.”

DÊRAZOR

Dewleta Tirk êriş û topbarana li ser herêmên şer ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di êrişên xwe de welatiyan dike hedef û bi vê yekê qanûnên navneteweyî binpê dike. Tevî ku dewleta Tirk sûcên şer li dijî şêniyên herêmên dagirkirî pêk tîne, tu hesab jê nayê xwestin û ev sûc ji aliyê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ve nayên şermezarkirin.

Şêx û rûspiyên rojhilatê Dêrazorê teqez kir ku êrişên dewleta Tirk yekitî, aramî û ewlehiya şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike hedef û teqez kir ku bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî berdewamiya projeya guhertina demografiya herêmê ye.

/kr/uploads/files/2022/06/04/183044_-.webp

Di vê der barê de yek ji şêxên Eşîra El-Şiêtat a rojhilatê Dêrazorê Ebdurehan El-Dixêfic got: "Divê civaka navneteweyî û dewletên garantor li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha rêxistinên mafên mirovan bi xurtayî li hember destwerdanên dewleta faşîst bi sekinin ku aramî û ewlehiya herêmên ku jinûve ji terorê hatine rizgarkirin."

 ‘HEMÛ PENABERÊN SÛRÎ MALÊN WAN HENE, LI ŞÛNA WAN DI XAKÊN DIN DE BI CIH BIKE BILA WAN BIŞÎNE MALÊN WAN‘

Ebdurehman El-Dixêfic wiha domand: "Sûriyê tablyokeke muzayîk e bi hevre tê temamkirin. Heger ne ji cûdabûn û pirrengiya ba xweşikbûna wê dernediket holê. Ew jî civakeke ji mêj ve û heta serdemên nû hevgirtî ye. Em her guhertinekê di binesaziya civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, red dikin."

Ebdurehman El-Dixêfic wiha pê de çû: "Dewleta Tirk dixwaze milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî bi cih bike. Ev jî nayê qebûlkirin. Hemû penaberên sûrî malên wan hene, li şûna dewleta Tirk wan li herêmên din bi cih bike bila wan bişîne malên wan, baştir e."

`EM LI HEMBER DESTWERDANA HOVANE YA DEWLETA TIRK YEK IN`

/kr/uploads/files/2022/06/04/183007_-.webp

Yek ji rûspiyên eşîrên El-Igêdat li Baxozê Hewas El-Casim jî wiha axivî: "Em destwerdana dewleta Tirk a dagirker a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, red dikin. Ev ji bo me ne tiştekî nû ye. Em hê jî vê siyaseta dewleta Tirk a dagirker li hember herêmên me red dikin."

Hewas El-Casim destnîşan kir ku binpêkirinên ber çav ji aliyê dewleta Tirk ve li ser xak û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene, ev jî li beramberî çavên tevahî cîhanê tê kirin lê sûcên ku dewleta Tirk li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne nehatine şermezarkirin.

Hewas El-Casim daxuyand ku hikumeta Tirkiyê hewl dide rewşên heyî keysbaz bike, berjewendiyên navneteweyî û rewşên siyasî li dewletên cîhanê bi taybet şerê Ukraynayê bikar bîne da ku qada dagirkirinê berfireh bike û xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike.

El-Casim teqez kir ku ew li hember hemû êrişên li ser herêmê amade ne, dê destekê bidin QSD`ê, Rêveberiya Xweser û PKK`ê û di yek rêzî de li hember destwerdana li dijî xaka Sûriyê bisekinin weke ku çawa li dijî DAIŞ`ê sekinîn.

`DIVÊ LI HEMBER PILANÊN XETER WERE SEKINANDIN`

El-Casim piştrast kir ku dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe dixwaze dagirkeriya osmanî jinûve li herêmê vegerîne, hewl dide serdestiya osmaniya nû li Sûriyê ferz bike û heger dewlet bêdeng bimînin dê ber bi hemû dewletên ereban ve biçe.

Her wiha El-Casim destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya topbarana bêserûber li ser sivîl, mal û dibistanan metirsiyan di nava şêniyan de belav bike, aramî û ewlehiya herêmê xira bike û wiha axivî: "Em li hember hemû sûcên ku civaka navneteweyî li hember wan bêdeng e û hesab ji dewleta Tirk naxwazin, li ber xwe didin."

Hewas El-Casim bi navê hemû eşîrên rojhilatê Dêrazorê bang li civata navneteweyî kir ku rola xwe li hember pilanên xeter pêk bîne û ji ber sûcên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, hesab ji dewleta Tirk bixwaze.

(bx)

ANHA