Semîre Mibyed: Ez ji encamên xirab ên komîteyê ne berpirs im

Binkeftina “Komîteya Destûrî" tevî lidarxistina civîna 8`an berdewam dike. Dr. Semîra Mibyed ku beşdarbûna xwe di civînên komîteyê de taloq kiriye, hişyarî da ku dê ev komîte encamên xirab derxe nemaze çêkirina deverên bi heman rengî ji aliyê bîrdorî yan jî netewperewstî yan jî mezhebî ve berovajî binesaziya civaka Sûriyê. Her wih ku aliyên komîteyê nikarin destûrekî nû û avakerê dewleta hemwelatîbûnê bo Sûriyê ava bikin.

Semîre Mibyed: Ez ji encamên xirab ên komîteyê ne berpirs im
5 hezîran, 2022   03:15
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Civîna 8`an a Komîteya Destûrî sêşema borî li Cinevê beyî ku encam bên bidestxistin, hat lidarxistin. Ji dawiya 2019`an ve danûstandin di navbera aliyên komîteyê de bê encam bi dawî dibin.

Civînên Komîteya Destûrî ku bi sponseriya Rûsya, Tirkiye û Îranê li dar dikevin, li gel nakokiya  di navbera aliyên wê de û nebeşdarbûna nûnerên rastîn ên gelê Sûriyê û ruxmî têkçûna 7 civînan lê dîsa berdewam in.

Di gera 8'an a civînan de, piştî du rojan li ser nîqaşkirina pêşniyara “Civaka Sivîl a Tedbîrên neçarî yên yekalî li ser bingeheke destûrî” û pêşniyara şandeyê hikumeta Şamê ya “Parastina saziyên dewletê û xurtkirina wê”, komîteyê mezinahiya destûrê, sirekirina lihevkirin û peymanên navneteweyî ya ku opozîsyonê pêşniyar kiribû, nîqaş kir.

Di roja yekem û duyem a civînê de nakokiyên di navbera şandeyên hikumeta Şamê û opozîsyonê de gûr bûn.

Rojnameya El-Mudun ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, roja çarşemê diyar kir ku civîna 8'an a Komîteya Destûrî mîna civînên berê bi binket û ji bilî nakokiyên zêde yên di navbera şandeyan de tu tişt nehat bidestxistin.

`EZ BERPIRSYARIYÊN XWE JI ENCAMÊN KARESATÎ RADIKIM`

/kr/uploads/files/2022/06/04/183352_-.webp

Di vê çarçoveyê de Dr. Semîra Mibyed ku bi navê civaka sivîl cihê xwe di komîteya destûrî de digire, roja duşemê taloqkirina civînên Komîteya Destûrî ragihand.

Semîra Mibyed ji ajansa me re der barê sedema boykotkirina civînan de axivî û got:" Dixwazim berpirsyariyên xwe yên ji encamên karesatî rakim. Şandeyên rêjîm û opozîsyonê dixwazin desthelatê li ser hev parve bikin û vegerin rêjîma faşîzim û binpêkirinan. Di heman dema lidarxistina civînan de, gefên gurkirina leşkerî û koçberkirina gel tên kirin, li hember wê tu helwestên diyar tune ne.”

Semîra Mibyed bal kişand ser sedemên din ên boykotkirina civînan û ev tişt got:”Rêjîm û opozîsyon dixwazin civaka sivîl bikişînin aliyê xwe da ku bi rêya wan berjewendiyên xwe pêk bînin, 8 civîn li pey hev bi bin ketin, civînên berê nayên nirxandin û bersiva daxwazên armanc, mekanîzme û erka komîtyê nayê kirin.”

`2  SAL IN NÎQAŞÊN VALA TÊN KIRIN`

Ji sala 2019'an ve şandeyên Komîteya Destûrî li ser "rêgezên destûrî" nîqaş dikin, heta niha yek ji wan nehatiye erêkirin. Encama civînên berê li Cinevê ku bi çavdêriya NY`yê li dar ketine jî, binkeftin bû.

Semîra Mibyed wiha domand: "Piştî sal û nîvekê komîteyê tu pêşketin pêk neanî.  Rêjîm û opozîsyon li berjewendiyên xwe digerin. Bi vê rêbazê nêzî civînan dibin ku dixwazin berjewendiyên xwe pêk bînin, desthildarî di destê wan de be. Heke ev yek pêk neyê, aliyên têkildarî, danûstandinan asteng dikin. Ji ber wê mirov nikare xwe bispêre wan aliyan ku bikarbin destûreke sûrî ya nûje û avakerê dewleta hemwelatîbûnê saz bikin.”

Semîra Mibyed teqez kir ku nîqaşên vala yên tên kirin û tu encaman bi xwe re nayinin û dê tu çareyan ji sûriyan re bi xwe re neyne û wiha pê de çû: Ev zihniyeta parvekirina desthilatê li gorî çarçoveya pergala giştî ne zihniyeta guhertinê ye. Çareseriya ku ev alî lê digerin, çareseriyeke wiha ye ku mayîna wan biparêze.”

`ŞAM Û OPOZÎSYON… DU ALIYÊN KU NEXWEDIYÊN ÇARÇOVEYÊN DESTÛRÎ NE`

Di civînên berê de şandeyên hikumeta Şamê û opozîsyonê rêgezên serweriya yasa, edalet, mafên mirovan û serdestiya dewletê pêşniyar dikirin, lê kirinên her duyan berovajî gotinên wan in.

Semîra Mibyed, destnîşan kir ku her du alî rêgezên mafên mirovan nîqaş dikin û girîngiya bicihkirina wê di destûrê de yan na, nîqaş dikin ruxmî ku li herêmên di bin kontrola xwe de  mafên mirovan binpê dikin û wiha domand: “Ev yek eşkere dike ku her du alî nikarin destûrekê saz bikin ku mafên sereke nebûna cudabûnê û nepêkanîna çewisandinê li ser bingehên çandî, olî û netewî dabîn dike.”

`SÎNAROYEYEKE TRAJEDÎK… ÇÊKIRINA HERÊMÊN XWEDÎ HEMAN ÎDEOLOJÎ, NETEWEÎ Û MEZHEBÎ`

Li hember pêşniyarên şandeyên hikumeta Şamê û opozîsyonê di gera 7`an de ya civînên Komîteya Destûrî (nasnameya dewletên û sembolên wê) nerazîbûn û hişyarî dayîn ku ev yek erebbûna Sûriyê li ser hesabê pêkhateyên din xurttir dike.

Semîra Mibyed ev tişt jî anî ziman: "Her du alî dixwazin guhertinên biçûk di destûr de çêbikin, ev yek dihêle ku opozîsyon jî tevlî nava desthelatê bibe. Ji bo gelê Sûriyê ev sînaryoyeke trajedîk e. Ji ber ku dê serweriya rejîma çewisandinê ya xwedî çarçoveyên cuda li ser sûriyan berdewam bike. Berovajî binesaziya civaka Sûriyê, di vê sînaryoyê de, li gel hewldanên çêkirina herêmên heman îdeolojî, netewî û mezhebî, dê gelek sûrî koçber bibin, dê li van herêman nakokî berdewam bikin û şêniyên wê bi mirinê re rû bi rû bihêle û wan di vî şerî de bi kar bînin.”

"HERÊMA EWLE...PARÇEKIRINA SÛRIYÊ YE`

Semîra Mibyed ev hişyarî da; di heman dema lidarxistina civîna qaşo destûrî de dewleta Tirk dest bi qewitandina penaberan di bin navê "vegera dildarî" de kir û wan li herêmên dagirkirî ku bi behaneya avakirina herêma ewle bi cih dike.

Dr. Semîra Mibyed got:" Diviyabû dewletên penaberên sûrî pêşwazî kirine, şertên hemwelatîbûnê û ewlehiyeke mayînde li herêmên penaber lê ne peyda bikirina li şûna ku banga herêmên ewle bikin. Ew dixwazin Sûriyê li ser hesabê gelê Sûriyê parçe bikin. Ev yek beriya serdemekê pêk hat ku hîna em berdêla wê didin. Lê divê em bi zelalî wê red bikin.”

(şt)

ANHA