​​​​​​​Li herêmên dagirkirî li dijî dagirkeriyê xwepêşandan tên lidarxistin

Xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li herêmên dagirkirî zêde dibin, Xiyas Neîsa ev xwepêşanda bi diyareke ecêb a gel li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk bi nav kir ku hovantirîn cureyên kuştinê pêk anîn û careke din gefa dagirkirina herêmên Sûriyê dixwe. Her wiha Neîsa banga yekkirina têkoşînên sûriyan, li ser bingeha têkoşîna li herêmên Rêveberiya Xweser ta serkeftin pêk were, kir.

​​​​​​​Li herêmên dagirkirî li dijî dagirkeriyê xwepêşandan tên lidarxistin
5 hezîran, 2022   01:39
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Duh li piraniya herêmên dagirkirî li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê xwepêşandan hatin lidarxistin. Dewlet Tirk a dagirker ji bo xwepêşandanan bi dawî bike gule li dijî şêniyan bi kar anî, di encam de gelek welatî hatin kuştin û birîndar bûn.

Xwepêşandanên girseyî ji çerxerêya Kawa ya bajarê Efrînê yê dagirkirî dest pê kirin. Xwepêşandan li dijî biryar şîrketa kehrebeyê (STE) ya bilindkirina nirxê kehrebeyê û qutkirina wê li dar ketin. Hêzên taybet ên dewleta Tirk ji bo xwepêşandanê bi dawî bikin gaza rundikrij bi kar anî û gule li welatiyan reşand. Ji ber wê ew xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî veguherîn serhildanê. Xwepêşandêran girtin ser navenda meclisên girêdayî dewleta û bi temamî şewitandin. Her wiha hemû alav û amûrên şîrketa kehrebeyê wêran kirin û şewitandin.

Li bajarê Idlibê jî, welatî li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk serî hildan û banga derketina artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyê kir.

Welatiyan pankartên "Birêz Erdogan ewlehiya we ya neteweyî ne li ser hesabê gelê Sûriyê ye, na ji guhertina demografîiyê, belê ji bo vegeran koçberan” rakirin.

Welatiyên bajarê Mari yê dagirkirî jî li dijî dagirkeran serî hildan û girtin ser navendên meclisên xwecih û şîrketa kehrebeyê. Welatiyan sloganên "Sûriya azad e, Tirkiyê ji Sûriyê derkeve" berz kirin.

Li bajarê Babê jî welatiyan navendên şîrketa kehrebeyê ya Tirkiyê û saziyên dagirkiriyê şewitandin.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên bi dehan xwepêşandêr kuştin û birîndar kirin.

Çavkaniyên taybet ji herêmên dagirkirî ji ajansa me re diyar kirin ku bang tên kirin ku îro li dijî dagirkeriyê xwepêşandan bên lidarxistin. Hemwextî wê artêşa Tirk a dagirker jî seferber bûye, hêzên xwe belav kirine û rêyên çûn û hatinê qut kirine.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) 24`ê Gulanê diyar kiribû ku li bajarê Sermîn ê Idlibê ku bi kîlometreyekê dûrî nuqteyên artêşa Tirk a dagirker e xwepêşandan li dar ketiye. Di xwepêşandanê de bi dehan welatiyên ku bi rêya peymanên di navbera dewleta Tirk û Rûsyayê de ji rojhilat û başûrê Idlibê koçber bûne, beşdar bûn.

Li gorî SOHR`ê koçberan sloganên li dijî Erdogan berz kirin û gefên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

SOHR`ê ku agahiyên xwe dispêre gelek çavkaniyan, çapemeniya dewleta Tirk û yên girêdayî wê behsa wê xwepêşandanê nekirin.

`DIYARIYEKE ECÊB`

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/06/04/183529_-.jpg

Di vê derbarê de muxalifê Sûrî û koordînetorê Şepêla Çepgir a Şoreşgerî ya Sûriyê, Dr. Xiyas Neîsa ji ajansa me re axivî.

Xiyas Neîsa diyar kir ku ev xwepêşandan piştî ragihandina Erdogan a bicihkirina milyonek penaber li herêmên dagirkirî pêk hatin û got: " Tişta ku vê dawiyê li Efrîn û bajarên din ên dagirkirî rû daye, nîşaneya gelek dosyayên girîng dide,  yek jî hebûna rihê şoreşgerî û niştîmanî li cem gelê Sûriyê ku tevî karesatan venemirî, ya din jî ew e ku gelê Sûriyê banga rizgarkirina ji dagirkerî û faşîzmê dike."

`DIVÊ TÊKOŞÎNÊN GELÊ SÛRIYÊ BÊ YEKIRIN`

Neîsa banga piştigiriyê ji bo xwepêşandanan kir û got:" Divê em têkoşînên li hemû herêman bi hev girêbidin. Divê em weke Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Rêveberiya Xweser bibin navenda têkoşînên gelan, divê em bi hemû awayan piştgirî bidin gelên xwe yên li herêmên dagirkirî."

Neîse wiha domand: "Hêvî dikim welatiyên me li herêmên Rêveberiya Xweser dakevin qadan û piştgirî bidin welatiyên li Efrîn, Bab, Soran, Mari, Cindirês û hemû deverên din"

Neîsa diyar kir ku bangên derxistina artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyê tê wateya hişyarbûna gel û got:" Divê MSD`ê, navenda girêdan û yekitiya têkoşînan, mezinkirina asta wê û birêxistinkirina wê be.”

`BERSIVA KIRYARÊN KUŞTIN Û HOVÎTIYÊ`

Der barê zêdebûna nerazîbûnê li herêmên dagirkirî de jî Neîsa got:" Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hemû kiryarên hovane yên weke kuştin û binpêkirinê li hember welatiyan pêk tînin. Ew kiryar piştî derketina xwepêşandanên li dijî dagirkeriyê û plana bicihkirina penbaran zêde bûn. Ev çalakî bersiva kiryar û gefên pêkanîna êrişên nû yên Erdogan e. Erdogan wê bibîne ku ne tenê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva êrişan dide, lê belê dê bi berxwedana gel re rû bi rû bimîne. Li herêmên dagirkirî jî wê ew berxwedan hebe. Ji wê ye ku şêniyên herêmên dagirkirî di bin kontrola wê de ye."

`TÊKOŞÎNA LI HERÊMÊN RÊVEBERIYA XWESER JI XWE RE BIKIN BINGEH`

Dr. Xiyas Neîsa di dawiyê de diyar kir ku di vê qonaxê de gelek derfet hene divê sûd jê bê girtin û got: "Divê ji bo parastina azadiya gelê Sûriyê, berjewendî, rûmet û serxwebûna wî, yekitî pêk were. Careke din dibêjim, ji bo armanc û serkeftin pêk were divê gel û tevgerên azadîxwaz têkoşîna li herêmên Rêveberiya Xweser ji xwe re bikin bingeh.”

(şt)

ANHA