​​​​​​​Rojnamevan Sînan Cûdî: Dewleta Tirk sûcên şer li Kurdistanê pêk tîne

Rojnamevanê Kurd Sînan Cûdî diyar kir ku dewleta Tirk sûcên şer li dijî gelê Kurd pêk tîne, çekên qedexekirî bikar tîne û divê were darizandin. Her wiha destnîşan kir ku yên destek li dijî kurdan dane Sedam Husên ew bi xwe ne yên destekê didin Erdogan.

​​​​​​​Rojnamevan Sînan Cûdî: Dewleta Tirk sûcên şer li Kurdistanê pêk tîne
4 hezîran, 2022   23:38
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Ji 17`ê Nîsana borî ve artêşa Tirk a dagirker bi beşdarbûna PDK`ê êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne. Li hember vê yekê jî gerîlayên HPG`ê berxwedaneke bê hempa dimeşînin. Heta niha ziyanên pir mezin gihaştine artêşa Tirk a dagirker ku çekên kîmyewî û qedexekirî li dijî gerîlayan bikar tîne.

Li gorî çavdêran, dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî û qedxekirî bikar tîne da ku têkçûna xwe veşêre û raya giştî bixapîne.

Têkildarî mijarê rojnamevanê Kurd Sînan Cûdî wiha axivî: "Dewleta Tirk sûdê ji valahiyên qanûnên navneteweyî yên ku we îmze kirine, werdigre."

Sînan Cûdî wiha domand: "Piştî bidawîbûna şerê duyemîn ê cîhanê, dewletan peymana Ceneva di sala 1949`an îmze kir. Ew jî ji 4 peymanên navneteweyî yên sereke pêk tê. Ji wan parastina mafên mirovan di rewşên şer de, parastina sivîlên di qadên şer de û lênerîna êsîrên şer."

Sînan Cûdî destnîşan kir ku dewleta Tirk ev peyman îmze kir lê hemû bendên wê binpê dike û bêdengiya dewletên ku peyman îmze kirine keysbaz dike

Sînan Cûdî wiha pêde çû: "Nuqteya ku dewleta Tirk di peymanan de keysbaz dike û civaka navneteweyî çavên xwe jêre digre ew e ku dewleta Tirk îdiya dike şerê hêzên leşkerî yên fermî nake. Lê belê navê "terorîstan" li gerîlayên HPG`ê dike. Tevî peymana Ceneva ku bikaranîna van çekan di rewşên şer de û bi komên çekdar ên ne fermî re red dike ku Tirkiyê îdiya dike."

DEWLETA TIRK SÛCÊN ŞER LI KURDITANÊ PÊK TÎNE

Sînan Cûdî di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Hemû êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê rewşên şer e. Berxwedana ku li hember van êrişan tê kirin jî beşek ji şere. Ji ber vê jî divê peymanên taybet bi rewşên şer û aştiyê werin xwendin. Divê mafên mirovan bi awayekî baş were parastin da ku bighêjin encamekê ku dewleta Tirk sûcê şer li Kuridstanê pêk tîne."

Sînan Cûdî bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker sûcên şer pêk tîne û wiha domand: Di salên borî de dema Serêkaniyê û Girê Spî sala 2019`an dagir kir û çekên qedexekirî bikar anî, wê demê helwestên şermûk derketin. Lê negihaştin wê astê ku dewleta Tirk neçar bikin ku peymanan pêk bîne û heta ji ber sûcên li dijî welatiyan pêk anîne jî hesab jê nehat xwestin."

Cûdî wiha pê de çû: "Tevî ku dewleta Tirk endameke NATO`yê ye lê têkiliyan bi Rûsyayê re ava dike. Li aliyekî din jî Rûsya li hember sûcên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng e."

Piştî Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin dagirkirin, Rûsya peymana Soçiyê ya agirbestê bi dewleta Tirk re îmze kir. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) peyman erê kir, lê li gel bêdengiya hêza garantor Rûsya, ev peyman pêk nayê û dewleta Tirk a dagirker bi domdarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Sînan Cûdî beha lihevkirina Sykes-Picot kir ku li gorî wê Kurdistan bû çar parçe û got: "Dewletên ev peyman îmze kiriye, niha destekê didin dewleta Tirk a dagirker ."

Sînan wiha domand: " Civaka navneteweyî û dezgehên çapemeniyê piştgiriya berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ`ê kir. Lê li hember komkujiyên dewleta Tirk û bikaranîna çekên qedexekirî li Efrînê bêdeng man. Kesek naxwaze doza kurdî li Rojhilata Navîn çareser bibe".

‘LI DIJÎ KURDAN DESTEK DAN SEDAM HUSEYN Û NIHA JÎ DESTEKÊ DIDIN DEWLETA TIRK‘

Rojnamevan Sînan Cûdî destnîşan kir ku bikaranîna Erdogan ji çekên kîmyawî li dijî kurdan re, dişibe kiryarên Sedam Huseyn li dijî bi hezaran kurdên li Helebçe lê dîsa jî piştî 2003`yan hat darizandin û wiha dawî li axaftina xwe anî:" Kesê ku alîkariya wê di kuştina kurdan de kir û ew darizandiye, heman in. Gelo Sedam ev çek ji ku anî û çawa bi kar anî. Di bersiva vê pirsê de em fêm dikin ku yên destekê didin Erdogan, heman kesên ku destek dan Sedam li dijî kurdan kiriye. Rewş heman e. 

(bx – şx)

ANHA