​​​​​​​Şênî dîsa li dijî dagirkeriyê daketina qadan

Xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk li Efrîn û Mariê careke din li dar ketin.

​​​​​​​Şênî dîsa li dijî dagirkeriyê daketina qadan
4 hezîran, 2022   19:04
ŞEHBA

Nûçegihanê me ragihand ku çavkaniyên xwecih gotine, bi sedan şênî li Efrîn û Mariê dîsa daketine qadan û siyasetên dagirkeriya Tirk li herêmên dagirkirî şermezar dikin.

Xwepêandêran, bang dikin ku dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê derkeve.

Her wiha roja înê, şêniyên herêmên dagirkirî li dijî siyasetên dagirkeriya Tirk daketibûnên kolanan û bi ser avahiyên saziyên girêdayî dagirkeriyê de girtibûn û bi temamî şewitandibûn.

Hêzên dagirkeriya Tirk jî ji bo xwepêşandanan bi dawî bike, gule li dijî şêniyan bi kar anîbû. Di encamê de bi dehan kes hatibûn kuştin û birîndar bûbûn. Di nav de serçeteyê Ceyş El-Şerqiye Ebû Xedîce El-Herîcî heye ku ji aliyê hêzên taybet ên dagirkeriya Tirk ve duh li navçeya Cindirêsê hatibû kuştin.

(şx)

ANHA