11 milyon lîreyên Sûriyê berdêla serbestberdana ciwanekî êla Elbû Esaf e

Li kantona Girê Spî ya dagirkirî ji bo serbestberdana ciwanekî êla Elbû Esaf, çeteyan 11 milyon lîreyên Sûriyê fîdya xwest.

11 milyon lîreyên Sûriyê berdêla serbestberdana ciwanekî êla Elbû Esaf e
4 hezîran, 2022   19:44
EYN ÎSA

Nûçegihanê me ragihand ku çavkaniyên xwecih ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî, dan zanîn ku ciwanê revandî bi navê Hafiz Salih El-Hasim (25) e ku ji êla Elbû Esaf a ereb e. Beriya çend mehan çeteyan ew revandibû.

Çavkaniyan eşkere kir ku serçeteyên li kantona Girê Spî ji malbata El-Hasim 11 milyon lîreyên Sûriyê fîdya xwestine da ku kurê wan berdin.

Li herêmê dagirkirî ku Erdogan îdia dike, ewle ne, çeteyên dagirkeriya Tirk tevliheviyê li herêmê çêdikin û sûcan li dijî şêniyan pêk tînin, wan dikujin û direvînin. Her wiha bazirganiya qaçaxiya mirovan û narkotîkê li herêmên dagirkirî belav e.

(şx)

ANHA