Topbarana bêserûber li ser gundê Bênê dewam dike

Artêşa Tirk a dagirker ji sibehê ve topbarankirina gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî didomîne.

Topbarana bêserûber li ser gundê Bênê dewam dike
4 hezîran, 2022   12:47
ŞEHBA

Topbarana li ser gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ku vê sibehê dest pê kiribû, di van kêliyan de jî dewam dike.

Li gorî agahiyan, heta kêliya amadekirina vê nûçeyê nêzî 60 guleyên obîsê li herêmê ketine.

Têkildarî encamên topbaranê agahiyên berfirehtir negihaştine ber dest.

(cx)

ANHA