​​​​​​​Yekemîn rûniştina diyaloga nîştimanî ya Tûnis dest pê kir

Li Tûnisê yekemîn rûniştina diyaloga nîştimanî îro bi çavdêriya serokê Desteya Nîştimanî ji bo komareke nû dest pê kir.

​​​​​​​Yekemîn rûniştina diyaloga nîştimanî ya Tûnis dest pê kir
4 hezîran, 2022   12:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekemîn rûniştina diyaloga nîştimanî ya Tûnisê îro (şemiyê) li bajarê Qirtac bi amadebûna Komîteya Şêwirmendiyê Ya Kar û Barên Civakî û Aborî, dest pê kir

Nûnerên rêxistin, partî û kesayetên siyasî, di nav de mamosteyên qanûna destûrê, Yekitiya Tûnisê ya Pêşesazî, Bazirganî û Karên Destan, Yekitiya Cotkar û Masîvanan ya Tûnisê, Yekitiya Nîştimanî ya Jinan, Komeleyê Tûnisî ya Parastina Mafên Mirovan û Tevgera Ber Bi Pêş Ve ya Tûnis tev li rûniştina diyalogê bû.

Li gorî tora Sky News El-Erebiyê, tê payîn ku bernameya xebatê ya komîteyê û aliyên aborî û civakî bêne gotûbêjkirin.

Diyaloga nîştimanî ji aliyê serokê Tûnis Qeys Seîd ve ji bo çareserkirina krîza siyasî li welat hate pêşniyarkirin.

(dm)