31 partiyên siyasî êrişên qirkirinê şermezar kirin

31 partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevger û rêxistinên jinan siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk şermezar kir û piştrast kir ku ew ê herêm û destekeftiyên xwe biparêzin.

31 partiyên siyasî êrişên qirkirinê şermezar kirin
4 hezîran, 2022   12:38
QAMIŞLO

Partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî gefên dagirkeriya Tirk ên dagirkirina herêmê, guhertina demografiyê ya ku hewl dide bi rêya bicihkirina milyonek “penaberên sûrî” li herêmên dagirkirî pêk bîne, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Civîna çapemeniyê li Navenda Lêkolîn û Şêwira Dîplomatîk a taxa Meheta ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin û nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, erebî û suryanî, tevger û rêxistinên jinan beşdar bûn.

Bi navê 31 partiyên siyasî, berdevkê Partiya Sûriya Pêşerojê Muwefeq El-Ehmed daxuyaniyek xwend.

Di destpêka daxuyaniyê de behsa hewldanên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yên bi armanca vegerandina Împaratoriya Osmanî û destdanîna ser pêşeroja gelan ku ji destpêka aloziya li Sûriyê ve dewam dike, hat kirin.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Propagandaya operasyoneke leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demên dawîn de, armanc jê bêîstiqrarkirina herêmê û dijberiya îradeya gelan û projeyên aramî, aştî, mafên rewa ne. Her wiha vegerandina tevliheviyê û zindîkirina DAIŞ`ê ye.”

Her wiha hate gotin ku Erdogan bi rêya qaşo “herêma ewle” dixwaze nasnameya dîrokî ya herêmê biguherîne, wekî ku li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî dike.

Di dewama daxuyaniyê de îşaret bi xetereya vê projeyê hat kirin û wek “projeyeke qirkirinê” hat hesibandin û hate gotin: “Armanca wê bi Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve ne sînordar  e, lê belê xetereyeke mezin li Sûriye, Iraqê û tevahî herêmê çêdike. Her wiha Sûriyê parçe dike, hewldanên çareserkirin û lihevkirina nîştimanî asteng dike. Her wiha xetereyên wê yên herêmî û navneteweyî jî hene, ji ber ku Erdogan dê destwerdanê li hemû mijar û dosyayan bike û bûyer û geşedanên navneteweyî bi kar bîne û NATO’yê bikişîne dû berjewendiyên xwe.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Wek hêz, rêxistinên siyasî û civakî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hemû pêkhate û şêniyên herêmê em diyar dikin ku;

*Hemû rengên dagirkirî û mêtingeriyê, kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk wekî kuştin, girtin, revandin, îşkencekirin û hemû kirinên ku dikevin asta jenosîdê, red dikin. Ev yek li gel bêdengiya saziyên hiqûqî û qanûnî yên têkildar pêk tê, divê li hemberî van projeyan têkoşîna nîştimanî were mezinkirin û hemû herêmên dagirkirî bên rizgarkirin.

*Ev projeya dagirkerî û mêtingeriyê xetereyeke mezin çêdike, divê hemû hêzên nîştimanî û hêzên dilê wan bi ser yekitiya Sûriyê ve ye, bibin yek. Hêzên Sûriyê jî bi vê mijarê elededar in, divê di vê derbarê de helwesteke zelal nîşan bidin. Bi taybet Komkara Erebî, welatên Ereban û Meclisa Hevkariyê ya Kendavê, ji ber ku îro dewleta Tirk gefê li yekitiya Sûriyê dixwe.

*Em bang li hemû hêzên di doza Sûriyê de aktîv û yên li ser erdê dikin ku bikevin tevgerê û li dijî vê dijminahiya dewleta Tirk xwedî helwest bin, da ku rê li bêîstiqrarkirina herêmê, derxistina tevlîhevî û şeran bigirin, her wiha rê li jiholrakirina destkeftiyên ku bi salan li dijî terorê hatin bidestxistin bigirin.

*Bi taybetî em bang li saziyên navneteweyî û hiqûqî dikin ku ji ber binpêkirina qanûn, rêgez û hevpeymanên navneteweyî û di nav de koçberkirina bi darê zorê, dagirkerî û hwd hesab ji dewleta Tirk bixwazin. Her wiha bangawaziya me j bo hemû saziyên di warê azadî û demokrasiyê de kar dikin, ku xwedî helwestên cidî û pratîk bin. Her wiha divê hêzên û saziyên civakî û sivîl roleke girîng bilîzin û hevgirtineke xurt di navbera wan de hebe da ku li dijî dagirkeriya Tirk û hewldanên wê yên pêkanîna plan û projeyên xeternak, bisekinin.

*Em bang li hemû aliyên piştevanên dewleta Tirk dikin ku dev ji van helwestan berdin û bi xeteriyên planên dewleta Tirk ên li dijî Sûriyê û herêmê bihesin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de partiyên siyasî destnîşan kir ku ew di helwesta xwe, parastina herêmê û parastina destkeftiyên ji 2011`an ve hatine bidestxistin, bi israr in.

Partî û tevgerên daxuyanî daye: Partiya Yekitiya Demokratîk, Partiya Kesk a Demokratîk, Partiya Aştiyê ya Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Lîberal a Kurdistanê, Partiya Komunîst a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Sûriyê, Partiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê, Partiya Çep a Kurd li Sûriyê, Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanî, Tevgera Guhertinê ya Demokratîk a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê, Yekitiya Karkeran a Kurdistanê, Desteya Nîştimanî ya Erebî, Partiya Nûjen û Demokratîk bo Sûriyê, Partiya Komarparêz a Kurdistanê, Partiya Rêkeftin a Demokrat a Kurdî ya Sûrî, Tevgera Çaksazî ya Kurdî-Sûriye, Partiya Asûrî ya Demokratîk, Partiya Biratî ya Kurdistanê, Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê, Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava, Tevgera Civaka Demokratîk, Kongra Star, Partiya Muhafazkaran a Demokratîk, Partiya Têkoşîna Demokart, Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê, Desteya Koordîneyê ya Nîştimanî (Tevgera Guhertinê ya Demokartîk), Partiya Yekitiya Suryan, Partiya Sûriya Pêşerojê.

(cx)