​​​​​​​Jinên ji Reqayê banga derxistina artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyê kir

Bi sedan jin û endamên partî û meclisên li bajarê Reqayê li dijî siyaseta guhartina demografiyê û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daketin qadan. Jinan di xwepêşandanê de banga parastina destkeftiyên şoreşê kir.

​​​​​​​Jinên ji Reqayê banga derxistina artêşa Tirk a dagirker ji Sûriyê kir
4 hezîran, 2022   12:07
REQA

Bi dirûşmeya "Bi rêxistin bike, li ber xwe bide û azadiyê mîsoger bike" Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kesk a Idlibê li Reqayê li dijî siyaseta guhartina demografiyê ya li herêmên dewleta Tirk a dagirker dagir kirine û êrişên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwepêşandanek li dar xist.

Bi sedan jinên ji Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, endamên Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kesk a Idlibê tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê ji pêşiya Çerxerêya Basil a naverasta Reqayê dest pê kir û ber bi Qada Meclisa Kesk a Idlibê ve çû. Beşdaran sloganên ji bo garantiya navneteweyî da ku penaber vegerin warên xwe û derxistina dagirkeriya Tirk ji Sûriyê, berz kirin.

Li qadê endama rêveber a Rêveberiya Jinan a Meclisa Kesk a Idlibê Nahid El-Nehas daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Ev 11 sal e gelê Sûriyê zehmetiya aloziya dikişîne, lê ev şoreş ji wateya xwe derket, armancên wê pêk nehatin û bi fikrên terorîst ên tundraw re berê wê hate guhartin. Di encamê de gelê Sûriyê bi qetilkirin, girtin û koçberkirinê re rû bi rû ma."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Di encamê de li hemû Sûriyê hîn jî azara jinan dewam dike û di serdema desthilata rejîma Sûriyê û zilma desthilatan de bi tundtirîn cezayan re rû bi rû dimînin; qetilkirin, guhartina demografiyê û sûcên qirkirinê ku li herêmên dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kirine zêdetir li dijî jinan pêk tên."

Di daxuyaniyê de hate eşkerekirin ku artêşa Tirk a dagirker li dijî jinên Sûriyê sûcan herî giran pêk tîne, mînaka wê jî jina sûrî Leyla Mihemed a li bajarê Dîlokê ye.

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kesk a Idlibê di daxuyaniyê de soza parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, da û bang li hemû jinên li hundirê Sûriyê kir ku parastina şoreşa xwe bikin û têkoşîna xwe xurttir bikin, her wiha parastina mîraseya jinên têkoşer bikin.

Di dawiya xwepêşandanê de beşdaran bang li civata navneteweyî kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker bisekine û li ser sûcên wê yên li herêmên dagirkirî, hesab jê bixwaze.

(eh)

ANHA