Gundê El-Hemra yê Minbicê hat topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şeva din gundê El-Hemra yê Minbicê bi çekên giran û navîn topbaran kir.

Gundê El-Hemra yê Minbicê hat topbarankirin
4 hezîran, 2022   06:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Mertala Firatê yên li gunê Kirêdiyê yê rojavayê Minbicê bi cih dibin, gundê El-Hemra bi çekên giran û navîn topbaran kiriye.