Beşdarên Berxwedana Şêxmeqsûd banga xurtkirina xweparastinê kir

Gelek ronakbîr û şopdarên rewaş heyî, diyar kirin ku xurtkirina xweparastinê, rêya yekane ya têkbirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Ev yek di berxwedana Şêxmeqsûd de îsbat bû ku li gorî fikrên rêber Abdullah Ocalan e.

Beşdarên Berxwedana Şêxmeqsûd banga xurtkirina xweparastinê kir
4 hezîran, 2022   06:31
HELEB-MIHEMED EBDO

Xweparastin, beşeke bingehîn û stratejîk a şerê gelê şoreşgerî ye. Civak beyî saziyên dewletên xwe bi xwe ku li şêniya giyanê hevkarî, hevgirtin û jiyana hevbaş a di navbera efrad, beşan û çandên cuda yên civakê de astengî ye.

Rêber Abdullah Ocalan di vê çarçoveyê de, di parêznameya Sosyolojiya Azadiyê  û pirtûka Rojhilata Navîn a Demokratîk de, mijara parastin û xweparastinê ya ji bo gelê Kurdistanê û gelên herêmê pêwîst e, wiha şîrove kir: Divê civaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn li hember vê zihniyeta nexweş û li ser wê biyanî mekanîzmeyên xweparastina rewa pêk bînin. Yanî dermanê vê belayê, pêkanîna rêgezên şerê gelê şoregerî ye.

Der barê mijarê de du jinên ku tev li berxwedana taxa Şêxmeqsûd bûne, ji ajansa me re axivîn. Her duyan destnîşan kir ku berxwedana li taxê, di teorî û pratîkê de li gorî rêgezên rêber Abdullah Ocalan yên xweparastinê, hat dayîn.

`RÊVEBERIYA XURT LI HEMBER ÇEK Û DORPÊÇÊ`

Hevseroka Kombenda Çandî ya Helebê Leyla Xalid yek ji wan jinan e ku cihê xwe di berxwedana taxa Şêxmeqsûd de girtiye, têkildarî mijarê wiha got: Divê hemû kurd dersan ji şoreşerên berê bigirin û dest bi şoreşa guhertinê bikin.

Ji 2012`an ve, hêzên hikumeta Şamê û dûr e komên çeteyên êrişî taxê kirin, lê bi saya hevgirtina şêniyên wê, ev êriş têk çûn.

Leyla destnîşan kir ku şêniyên taxê, ders ji tecrubeyên berê girtin, xalên xwe yên zaîf ên ku dijmin li dijî wan bi kar dianîn, derbas kirin û xwe bi hêz kirin û wiha domand: Dijmin pirrengiya di civaka taxê de zaîfbûnek dibîne ku şêniyên taxê parçe ne. Lê ji bo me ev pirrengîbûn, civakê dewlementir dike, hevkariyê û afrîneyê derdixe pêş. 

Leyla daxuyand ku divê vîna gel xurt be, dê wê demê li hember hemû cureyên êrişan, çekan û heta ambargoyê li ber xwe bide û ev li gotinên xwe zêde kir: Mînak jî berxwedana xelkê Şêxmeqsûd e li hember zêdetirî 27 komên çeteyên dewleta Tirk e.

Leyla diyar kir ku xweparastin, mafekî rewa yê her gelekî ye ku dixwaze li hember êrişên dagirkirinê û qirkirinê li ber xwe bide, bertekek xwezayî ya gelên birêxistinkirî ye ku li ser felsefeyeke rast ava bûye.  

`BIRÊXISTINKIRIN KILÊTA SERKEFTINÊ YE`

Leyla dûrketina ji axa welêt bi hilkirina darekê ku dê bê ax bemire şibihand û balkişand ser xeteriya koçberiyê û got: Heke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixwaze bi serkevin, komployên li dijî destkeftiyên gel têk bibin, divê berpirsyar bin, ji malbatê bigire heta civakê divê xwe bi rêxistin bikin.

Leyla di vî warî de wiha domand: Divê, girêdana bi axê û parastina wê armanca me ya yekane be, ji be rev axa me ya dîrokî ye. Divê em xwe bi xwe biparêzin beyî ku pişta xwe bidin aliyên derve. Ji bilî baweriya bi hêza xwe û birêxistinkirina xwe, tiştek alîkariya me nake.

Der barê sura serkeftina berxwedana taxa Şêxmeqsûd Leya wiha axivî: Gel gihaşt wê baweriyê ku berpirsyariya dîrokî ya parastina mîrasê, dehfa sereke ya berdewamkirina berxwedanê û dayîna fedakariyan ji bo pêkanîna serkeftinê û belavkirina aştiyê bû.

Di dawiyê de Leyla got: Divê sûd ji perwerdeyên di çarçoveya şerê gelê şoreşgerî de hatine lidarxistin, were girtin da ku ewlehî pêk were û destkeftî bên parastin. Divê gel bi awayekî cidî li gefan binêrin û wek pêvajoya hebûn û nebûnê binirxînin.

`DI DEMOKRASIYE DE, XWEPARASTIN MINA PARASTINE YE`

Endama rêveber a Akademiya Star a Helebê, Cîhan Berkel destnîşan kir ku di çarçoveya parastina gel bi xwe de tê û heman çarçoveya demokrasiyê ye ku tê wateya birêvebirina gel xwe bi xwe ye.

Cîhan wiha domand: Kesên rêgezên xweparastinê yan jî şerê gelê şoreşgerî pêk tînin, kesên welatparêz in û li ser welatê xwe û gelê wî ditirsin. Heke mirov ne welatparêz be, nikare van rêgazan biparêze ku ji jiyana xwe wek pîvanek nîşan daye çi li ser asta civakî yan jî giştî.

Di axaftina xwe de Cîhan gelek mînak li ser xwedîderketina li berxwedana taxa Şêxmeqsûd da û got: Di aloziyan de, dema hêzên leşkerî yên ji şêniyên herêmê ava bûne û xwediyên axê dibin yek, serkeftin pêk tê. Hemû beşên civaka Şêxmeqsûd cihê xwe di berxwedanê de girt. 

`DI BERXWEDANÊ DE HEMÛ YEK IN`

Cîhan diyar kir ku bingehên berxwedanê di taxa Şêxmeqsûd de hatin çandin, şêniyên taxê bê terrdud tev li berxwedanê bûn û li hember êrişên çeteyên dagirkeriya Tirk sekinîn.

Cîhan wiha pê de çû: Ruxmî şerê gur, lê me erkên xwe pêk dianîn, mînak zarokên me di bin jêrzemînan de fêrî zimanê kurdî dibûn. Yê/ya ku dikarî çek rake li rex Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mil bi mil li ber xwe dida. Em bi giştî yek bûn. Kurd li rex ereb û suryan, me taxa xwe parast.

Di dawiyê de Cîhan Berkel îşaret pê kir ku ax tişta herî biha ye, ji ber wê divê gel ji hemû îhtîmala re xwe amade bike û got: Ji bo têkbirina gef û êrişên dewleta Tirk, berxwedan rêya herî guncew e.

(şx)

ANHA