Artêşa Tirk gundê Um Kêf topbaran kir

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê berbangê gundê Um Kêf ê rojavayê Til Temirê û tora Kehrebeyê ya Til Temirê topbaran kir.

Artêşa Tirk gundê Um Kêf topbaran kir
4 hezîran, 2022   06:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê ji saet 4:00`ê berbangê ve û heta beriya saetekê bi zêdetirî 100 topban gundê Um Kêf yê rojavayê Til Temirê kiriye armanc. Di encamê de mal û milkên welatiyan wêran bûn, ziyan gihaşt xetên kehrebê û kehrebeya navçeyê qut bû.

Ev cara 24`emîn e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tora kehrebeyê ya navçeyê dikin hedef.

ANHA