Erîb El-Rentawî: Hewcedariya Kurd û Ereban bi siberojeke hevbeş heye

Gerînendeyê Navenda Qudis a Lêkolînên Siyasî Erîb El-Rentawî anî ziman ku ji bo Kurd û Ereban hewcedarî bi pêşerojeke hevbeş heye, ji ber ku gelek factor hene ku dihêlin di siberojê de hevkarî di navbera wan de çêbe.

Erîb El-Rentawî: Hewcedariya Kurd û Ereban bi siberojeke hevbeş heye
4 hezîran, 2022   04:46
QAHÎRE-EMANÎ EZAM

Li dijî gefên li ser herêmê, di serî de yên dewleta Tirk, bangên pêkhateyên Kurd û Ereb ên xurtkirina hevkariyê di navbera her du aliyan de dikin, zêde dibin.

Gerînendeyê Navenda Qudis a Lêkolînên Siyasî Erîb El-Rentawî têkildarî mijarê axivî û got: "Em baş dizanin ku nakokî û pirsgirêk hene û dîrok tijî qonaxên hesas e ku bandoreke neyînî li pêşeroja têkiliyên Ereb û Kurdan kiribe, lê baweriya me bi xalên hevbeş ên di navbera her du aliyan de heye. Li kêleka neteweyên Tirk û Îranê ew du neteweyên sereke yên vê herêmê ne."

El-Rentawî wiha axaftina xwe dewam kir: "Em di wê baweriyê de ne ku dîroka hevbeş di nava de rûpelên hevkariyê de, dikare nakokiyên heyî çareser bike, her wiha di siberojê de jî ew ê li ser asta çand, aborî û civakî jî hevkariyek çêbe."

El-Rentawî îşaret bi civîn û kongreyên di demên derbasbûyî de têkildarî diyalogên Kurd û Ereban kir, ji wan civîna çapemeniyê ya bi navê ‘Diyalog Rêya Pêşerojê ye’ ku gelek siyasetmedar, akademîsyenên Ereb û Kurd ên ji Urdun, Sûriye, Iraq, Tirkiye û Îranê tev lê bûbûn.

Li gorî El-Rentawî wê demê di civînê de îşaret bi pêşeroja têkiliyên Erebî û Kurdan hate kirin, da ku siberojeke hevbeş û azad diyar bikin.

Beriya çend rojan jî li Beyrûtê Kongreya Diyalogên Kurdî-Lubnanî hate lidarxistin û tê de beşdaran banga xurtkirina têkiliyên di navbera her du aliyan de kiribû, da ku li dijî êriş û gefan bisekinin.

Di kongreyê de îşaret bi xurtkirina çanda qebûlkirina hemû nasnameyan û etnîkan hate kirin, her wiha hate destnîşankirin ku yekane rêbaza çareserkirina pirsgirêkên li Lubnanê û Rojhilata Navîn diyalog e. El-Rentawî li ser vê da zanîn ku bingeha avakirina pêşerojê pêkanîna projeya neteweya demokratîk e.

El-Rentawî da xuyakirin ku bi rêya van civîn û çalakiyan hate zelalkirin ku hewcedariya Kurd û Ereban bi pêşerojeke hevbeş heye ev jî bi diyalogan mîsoger dibe.

(eh)

ANHA