Li Efrîna dagirkirî şênî li dijî dagirkeriyê rabûn

Li gorî çavkaniyên xwecih, li bajarê Efrînê yê dagirkirî, şênî li dijî saziyên girêdayî dagirkeriya Tirk rabûn. Agahî hene ku avahiya şîrketa kehrebeyê hatiye şewitandin.

Li Efrîna dagirkirî şênî li dijî dagirkeriyê rabûn
3 hezîran, 2022   20:10
ŞEHBA

Çavkaniyên xwecih ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihandin ku vê êvarê şênî li dijî saziyên girêdayî dagirkeriya Tirk daketine kolanan.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, şêniyan agir bi avahiya şîrketa kehrebeyê ya Tirkiyê ku nêzî çerxerêya Kawa ye xistine.

Her wiha çavkaniyan da zanîn şêniyan berê xwe dane avahiya Meclisa Herêmî ya girêdayî dagirkeriya Tirk li Efrînê.

(şx)

ANHA