​​​​​​​Selah Elemdarî: Dewleta Tirk dixwaze li ser sînor nasnameya Kurdan bihelîne

Gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn, têkildarî wê, siyasetmedar Selah Elemdarî anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi van êrişan dixwaze li ser xeta sînor nasnameya kurdî qir bike.

​​​​​​​Selah Elemdarî: Dewleta Tirk dixwaze li ser sînor nasnameya Kurdan bihelîne
4 hezîran, 2022   01:45
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Ji beriya çend rojan ve li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê asta êrişên dewleta Tirk a dagirker zêde bûne ku armancên wê yên dagirkirina herêmên Sûriyê eşkere kirin.

Piştî ragihandina dewleta Tirk ku dê milyonek penaberên sûrî li herêmên dagirkirî bi cih bike, asta êrişên wê li dijî herêmê zêde bûn. Erdogan jî got dê projeya xwe firehtir bike da ku hejmara herî zêde ya penaberên sûrî yên li Tirkiyê tê de bicih bike.

Gefên dewleta Tirk û êrişên leşkerî yên muhtemel di gelek waran de dihêle herêma nû ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bûye, bi xeteriyê re rû bi rû be.

'ŞERÊ LI DIJÎ KURDAN'

Siyasetmedar Selah Elemdarî ji ajansê re behsa armancên gef û êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, liv û tevgera ji destpêka 2010`an ve li Rojhilata Navîn kir û got: "Dewleta Tirk hewl dide bi rêya rêxistina Îxwan El-Mislimîn li gelek dewletan bigihêje desthilatê, mînaka wê jî Sûriyê ye lê ji ber rewşa navneteweyî planên wê bi ser neketin."

Selah Elemdarî diyar kir ku dewleta Tirk piştî destwerdana wê di aloziya Sûriyê de, hedefgirtina hebûna kurdan li bakurê Sûriyê domand da ku nehêle kurd roleke siyasî di pêşeroja Sûriyê de bilîzin.

Elemdarî wiha domand: “Dewleta Tirk ji gelek salan ve vê plana xwe ya stratejîk amade dike. Dema nekarî pêk bîne, bi rêbazeke din hewl da vê planê pêk bîne. Di nav de şerê li dijî terorê ku li gorî pîvanên xwe diyar dike. Lê di rastiyê de dewleta Tirk ne tunekirina terorê armanc dike, lê belê tunekirina Kurdan û qirkirina nasnameya kurdî li seranserî sînorên wê bi Sûriyê re. ev axa Kurdan a dîrokî ye û di navbera sînorên Tirkiyê û Sûriyê de hatiye parçekirin.”

Siyasetmedar anî ziman ku dewleta Tirk di planên xwe de çeteyên DAIŞ`ê bi kar tîne, lê piştî gihaşt wê baweriyê ku nikare bi temamî xwe bispêre wan, rasterast destwerdana Sûriyê kir û 2018`an Efrîn, dûre jî 2019`an herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de dagir kir.

'HERÊMA BI EWLE BI ARAMNCA BERFIREHKIRINA RÛBERA DAGIRKERIYA TIRK E'

Dewleta Tirk a dagirker bi îdiaya avakirina herêma "bi ewle" dixwaze zêdetirî 30 kîlometreyan ji kûrahiya Sûriyê dagir bike. Tişta balkêş ew e ku asta êrişan piştî ragihandina Tirkiyê ya planên firehkirina herêmên dagirkirî li Sûriyêk, zêde bû.

Selah Elemdarî destnîşan kir ku sûcên li dijî mirovahiyê ji dema ev herêm hatine dagirkirin û heta îro, dewam dikin, lewma jî pêwîstiya van herêman bi ewlehiyê heye, lê ruxmî wê, dewleta Tirk li ser avakirina herêma ewle bi israr e.

Li ser armancên dewleta Tirk ên avakirina herêmeke wiha, siyasetmedarê Kurd ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk dixwaze ji penaberên sûrî ku vê dawiyê barên AKP`ê giran kirine, xelas bibe. Dibe ku bibin sedem asta alîgiriyê ya partiya desthilatdar paşde biçe. Wekî ku metelokeke gelêrî dibêje, “Ew dixwaze bi kevirekê li du çûk bide”; destpêkê ji penaberên sûrî yên li Tirkiyê xelas bibe û dûre jî demografiya herêmên li hember sînor li gorî berjewendiyên xwe biguhere. Pê re jî Kurdan bide koçber kirin û Tirkmenan û hin Ereban û biyaniyên ji Asya Navîn li malên wan bi cih bike."

Elemdarî wiha berdewam kir: “Projeya ku serokkomarê Tirkiyê pêşkêş dike,  ne herêma ewle ye û dê ne ewle be jî, mînaka wê jî rewşa Efrîn û herêmên dagirkirî ye ji ber ku rojane li wir sûc pêk tên.”

Der barê xeteriya li ser yekitiya xaka Sûriyê de, Elemdarî wiha axivî: "Bi demê re wê dewleta Tirk daxwaza vê herêmê bike da ku tev li Tirkiyê bike. Armanca wê firehkirina hegemoy ye. Em difikirim ku ew nikare wiha bike, nikare ewlehiyê tê de pêk bînin. Ew nikare jî fînanse bike. Heta ku ev herêm hat avakirin, dê plana Tirkiyê têk biçe."

Elemdarî ev pirs kir: "Çima vê herêmê li Idlib an jî Carablus ku ji beriya 5 salan ve dagir kiriye ava nake? Armanca dewleta Tirk ne bicihkirina penaberan e, lê belê dixwaze li bakurê Sûriyê nasnameya Kurdan bihelîne."

`ENCAMÊN XETER ÊN HER ÊRIŞEKE LEŞKERÎ YA MUHTEMEL`

Li ser gefên dewleta Tirk siyasetmedarê Kurd Selam Elemdarî wiha axivî: "Dibe ku hemleya leşkerî pêk were û dibe pêk neyên, lê proje dê bimîne û herêm heta demeke ne diyar dê di bin gefan de bimîne. Muhtemel e bigihêje armanca xwe û êrişên leşkerî pêk bîne, ev yek dê bi xwe re encamên xeter bîne."

Elemdarî wiha dewam kir: "Yekemîn wan encaman, metirsiyên koçberiyê ye. Piraniya niştecihên herêmê ji axa xwe hatin koçberkirin. Li Şehbayê bi deh hezaran hîna di bin konan de ne. Dema şer li vê herêmê rû bide, wê gelek ji warên xwe koçber bibin. Ev bi xwe dê kerasetekê bîne ser sûriyan, cîhanê û kurdan ku dê li bajarên Sûriyê belav bibin. Dê gelek ji wan bigihêjin Ewropayê, piraniya wan dê belewele bibin. Ev bi xwe sûcek li dijî mirovahiyê ye."

Elemdarî destnîşan kir ku komên bi Tirkiyê re ne, çete ne û ev li gotina xwe zêde kir: Kiryarên wan li Lîbya, Nagornî Qerebax, Efrîn û herêmên din ên dagirkirî li ber çavan in. Mêna kulî dikin, her tişt dizîn, talan kirin û kuştin. Ev kom wê tu ewlehiyekê ji koçberan û ne jî ji kesên de re peyda bikin. Dê her tim xeteriyek li ser jiyana bi milyonan sûrî hebe. Dê ev xeterî li ser hebûna dîrokî ya kurdan li axa wan a li herêmê hebe.”

Selah Elemdarî got, dewleta Tirk dixwaze ji nû ve kaxizan li hev bixe, da ku careke din çeteyên wê DAIŞ zindî bibin, ji ber hîna têkiliyên di navbera wê û DAIŞ`ê de di asta herî bilind de berdewam in.

Elemdarî da zanîn ku dewleta Tirk têkbirina Kurdan ji DAIŞ`ê re wekî tunekirina xewana xwe dibîne, ji ber wê dixwaze tola DAIŞ`ê ji Kurdan rake.

'VERBIJÊRKÊN RÛBIRÛBÛNÊ'

Siyasetmedar Selah Elemdarî diyar kir ku yekane verbijêrka li pêşiya şêniyên herêmê û Rêveberiya Xweser û çi kesên xema Sûriyê û Kurdan dixwin, ew e ku li dijî planên Tirkiyê bisekinin,  ne tenê di qada leşkerî de, lê belê bi hemû rêbazên gengaz vê hewldanê bikin.

Elemdarî destnîşan kir ku rûbirûbûn erka hemû partiyan û kesên serbixwe ye, divê bi awayekî komî tev bigerin û berê xwe bidin dewletên mezin mîna Rûsya û Amerîka û heta dewletên ku projeya avahiyên mêtîngeriyê fînanse dikin mîna Qeter û Kiwêtê, kiryarên wê protesto bikin û xwepêşandanan li dar bixin.

Elemdarî teqez kir ku pêwîst e şênî ji cihên xwe koçber nebin û malên xwe terik nekin.

Selah Elemdarî got, ger hikumeta Şamê bi rastî jî dixwaze parastina serweriya Sûriyê û dewletên Ereban û Komkara Erebî bike, divê li dijî projeya Tirkiyê ya mêtinger bisekine ji ber ku xeteriyê li ser herêmê tevdî çêdike. Her wiha dewleta Tirk îro destwerdana Iraq, Sûriyê û Lubnan û heta welatên rojhilatê Ewropayê jî dike û gelek rayedarên wê dibêjin, ew ê careke din Mîsaqî Millî pêk bînin .

(eh)

ANHA