Rûsya: Em ê "operasyonên" xwe heta pêkanîna armancan, bidomînin

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got dê Rûsya tevgera xwe ya leşkerî li Ukrayna heta pêkanîna hemû armancên xwe berdewam bike. Lê NY’yê jî got tu alî di şerê li Ukraynayê de bi ser nakeve.

Rûsya: Em ê "operasyonên" xwe heta pêkanîna armancan, bidomînin
3 hezîran, 2022   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got, "Dê Rûsya operasyona xwe ya leşkerî li Ukrayna heta pêkanîna hemû armancên xwe bidomîne."

Peskov da zanîn ku armancên "diyar" piştî 100 rojî ji tevgera leşkerî ya li Ukrayna pêk hatin û dê heta pêkanîna hemû armancan xebat berdewam bike.

Peskov da zanîn ku di roja 100 ya êrişa Rûyayê li ser Ukrayna de, yek ji armancên sereke ya operasyonê parastina welatiyên li komarên Donetsk û Luhansk bû.

NY’yê eşkere kir ku tu aliyek di şerê li Ukraynayê de bi ser nakeve.

(fr)