​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da

Malbat û wasiyê rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

​​​​​​​Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li dozgeriyê da
3 hezîran, 2022   11:11
NAVENDA NÛÇEYAN 

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, ji girtiyên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn ji bo ku biçin Îmraliyê û hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzer ji bo dîtina rêber Abdullah Ocalan hefteyê du caran serî li her du saziyan didin. Lê belê daxwazên hevdîtinê bê bersiv têne hiştin.