‛Enqere berpirsê koçberkirina bi hezaran malbatên Kurd ji Başûrê Kurdistanê ye’

Rayedarekî Hevbendiya El-Fetih da zanîn ku Enqere bi awayekî yekser berpirsê koçberkirina bi hezaran malbatên Kurd ji Başûrê Kurdistanê ye, her wiha berpirsê wêrankirina bi dehan gundên Başûr e.

‛Enqere berpirsê koçberkirina bi hezaran malbatên Kurd ji Başûrê Kurdistanê ye’
3 hezîran, 2022   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Ebdulhadî ji ajansa agahiyan a Iraqê re da zanîn ku berjewendiya Enqere li Başûrê Iraqê êdî eşkere bûn û bi rêya belavkirina bergehên leşkerî hewl dide herêmên fireh kontrol bike.

Ebdulhadî destnîşan kir ku lawazbûna hikkumeta Bexda, alîgiriya hêz û partiyên Kurd ji Enqerê re hişt ku destwerdanê li Kurdistanê bike, bêyî ku dosyaya ewlehiya neteweyî ya Iraqê di ber çavan re derbas bike.