Fener Kiêt: Hewldanên jinûve zindîkirina DAIŞ’ê hene

Fener Kiêt da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê derfet digirin da ku careke din xwe zindî bikin. Kiêt got pêwîst e civata navneteweyî û YE dosya çeteyan çareser bike, ji ber li ser herêmê û cîhanê xeter e.

Fener Kiêt: Hewldanên jinûve zindîkirina DAIŞ’ê hene
3 hezîran, 2022   06:34
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên jinûve zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê sûriyê hene.

‛PIRSGIRÊKA NAVNETWEYÎ’

Fener Kiêt di axaftina xwe de nêzîkatî û bêdengiya dewletên têkildarî dosyaya çeteyên DAIŞ’ê rexne kir û wiha got: "Ji destpêka avakirina kampên taybet bi malbatên DAIŞ’ê li kampên Holê û Roj Rêveberiya Xweser gelek caran bang li dewletên Ewropa û dewletên têkildarî bi xebata vê dosyayê kir, lê bersiva dewletan ne li gorî xeteriya vê dosyaya bigirêk bû."

Kiêt wiha domand: "Li kampan welatiyên zêdetirî 50 dewletî hene. Em li beramber pirsgirêka navneteweyî ya rasteqîn in û divê li ser asta navneteweyî were çareserkirin."

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyê ji destpêka 2017’an û heta 27’ê Gulana 2022’yan dest bi radestkirina zarok û jinên malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampên rêveberiyê kir. Li gorî serjimariya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser nêzî 834 zarok, 352 jin û 7 çete radestên dewletên wan hatine kirin; Rûsya, Nerwêc, Sûdan, Iraq, Tirkiyê, Sûriya, Kazaxistan, Fransa, Swêd, Ozbakistan, Denmark, Belçîka, Hollanda,  Australia, Austria, Almanya, Brîtanya, Finlanda, herêma Başûrê Kurdistanê, Canada, Albania, Efganistan, Ukrayna, Macedonia, Filistîn û Switzerland.

‛JINÛVE ZINDÎKIRINA DAIŞ’Ê BERDEWAM E’

Fener Kiêt bal kişand ser êrişa dawî ya şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîgeha Sînaa ya li Hesekê û wiha got: "Ji demeke nêz ve hewldana DAIŞ’ê ya êrişa li ser girtîgeha Sînaa hebû ku xetertirîn çeteyên DAIŞ’ê birevanda. Di encamê de herêm rûbirûyî karesateke bû, gelek hêzên ewlehî û leşkerî şehîd bûn. Lê bi saya fedekariyên welatiyên herêmê me rewş kontrol kir."

Kiêt da zanîn ku divê civata navneteweyî û YE bi lez vê dosyayê bi dawî bikin, ji ber xeteriya wê li ser cîhanê heye.

Kiêt ev tişt anî ziman: "Li gel hêzên me yên ewlehî agahiyên li ser hewldan û êrişên bênavber ên jinûve zindîkirina çeteyan hene. Di wê yekê de mijûlbûna hêzên me bi parastina sînor û sekna li hember gefên li ser herêmên me derfet digirin. Vê rewşê jî bandor li rewşa ewlehî ya li hundirî kampan jî kir."

Kiêşt got kampa Holê bombeya li ber teqînê ye û wiha pê de çû: "Li kampa Holê kiryarên siûqastkirinê yên rojane hene, qurbanî jî zarok û jin in. Ev yek jî xeteriya hewldanên şaneyên çeteyên DAIŞ’ê yên xwezindîkirinê li herêmê nîşan dide bi taybet li kampa Holê."

‛REVANDINA MALBATÊN DAIŞ’Ê BER BI HUNDIRÊ TIRKIYÊ VE’

Kiêt diyar kir ku herêmên ji hêla delweta Tirk ve hatine dagirkirin, gelek rêxistin, partî û nivîsgehên taybet bi destekdayîna wan da ku tevliheviyê li herêmê çêkin, hembêz dikin û ev tişt anî ziman: "Kiryarên revandinê yên li kampan berdewam in. Li paş wan jî rêxistinên tundraw ên li herêmên dagirkirî ne."

Fener Kiêt destnîşan kir ku nîşaneya vê yekê hedefgirtina dewleta Tirk a dagirker ji kampê re ku tê de malbatên çeteyên DAŞ’ê li bakurê Eyn Îsayê hene. Da ku bi dehan an jî bi sedan jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê birevînin hundirê Tirkiyê. Tevahî terorên ji zêdetirî 50 dewletî hatine di sînor û balafirgehên dewleta Tirk re derbas bûn. Ev belge jî ji aliyên têkildar re hatine rakirin.

‛XETERÎ ZÊDE DIBE’

Têkildarî neçareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ’ê bi sedema nelihevkirina navneteweyî û nedîtina çareyekê ji krîza Sûriyê re, nepiştgiriya QSD’ê ye ku li hember vê pirsgirêkê bisekine û bi dawî bike Fener Kiêt ev tişt got: "DAIŞ’ê bi awayê şaneyên biçûk xwe bi rêxistin kir û hêzên me bê navber derbe dikin, rojane li dijî welatiyên sûrî yên li hundir an jî li Reqa, Dêrazor û beyara Sûriyê kiryarên siûqastkirinê dikin. Xeteriyeke rasteqîn heye û di vê dawiyê de zêdetir dibe."

Fener Kiêt eşkere kir ku hin dewletên ji YE’ê her tim diruşmên mafên mirovan hildidin, lê ev şane yên jî zarok û jin xeteriya li ser ewlehiya wan çêdikin. Lê li gel wan bihane hene ku qanûna wan a hundirîn nahêle wan terorîstan darizînin. Lê hinan jî dît ku fersendeke nasnameya wan ji wan bikişîne.

Kiêt ev tişt got: "Lê hin dewletên din jî raya giştî ya dewlet an jî gel qebûl nake ev kes vegerin. Ji ber wê Rêveberiya Xweser di çarçoveya derfetên heyî li gel dewletên YE’ê de lêkolînan pêk tînin. Me gelek çare pêşkêş kirin, lê hîna ev gav pir lawaz pêk tên."

‛DIVÊ DOSYAYA DAIŞ’Ê DI ZÛTIRÎN DEM DE WERE BIDAWÎKIRIN’

Kiêt da zanîn ku dosyaya çeteyên DAIŞ’ê xeteriyeke mezin li ser herêmê û dewletên herêmê heta îstîqrara navneteweyî bi giştî çêdike û ev tişt xuya kir: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek hêsanbûn ji dewletan re têkildarî dosyaya çeteyên DAIŞ’ê pêşkêş kirin. bi taybet ji bo zarok û jinan, ji ber zarok qurbaniyên fikrê terorîst in, jin jî qurbanî ne."

‛ÇAREYÊN RÊVEBERIYA XWESER PÊŞKÊŞ KIRINE’

Têkildarî çareyên ku Rêveberiya Xweser ji dewletên têkildarî dosyaya DAIŞ’ê re pêşkêş kirine, Kiêt ev yek eşkere kir: "Bi rêya têkiliya me bi van dewletan re me gelek çare pêşkêş kirin. Li gorî çeteyan me xwest wan vegerînin û li dewletên wan werin darizandin û çeteyên ku sûc li herêmên me kirin, divê destek ji dadgehên taybet re werin dayîn."

Kiêt destnîşan kir ku lê rewşa zarok û jinên DAIŞ’ê cuda ye, divê yên ku tu sûc nekirine li welatên wan werin vegerandin û jinên sûc kirine werin darizandin.

‛NE TENÊ RÊVEBERIYA XWESER BERPIRSIYAR E’

Fener Kiêt da zanîn ku rêjeya malbatên DAIŞ’ê yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevrûkirina hejmara ku dewletan wergirtine, mezin e. Ev jî temenê dosyaya DAIŞ’ê dirêj dike, îstîqrara siyasî, ewlehî û leşkerî tevlihev dike. Kiêt ev yek got: "Me hêvî dikir ku ev dewlet bi awayekî fermî têkiliyê bi rêveberiya me re bikin ku vê dosyayê bi dawî bikin. Ji ber ne tenê Rêveberiya Xweser berpirsê vê dosyayê ye."

‛EM JI BO ÇARESERKIRINA DOSYAYA DAIŞ’Ê AMADE NE DIYALOGÊ BIKIN’

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Fener Kiêt behsa rola neyênî ku dewleta Tirk di krîza Sûriyê de dilîze kir û ev tişt got: "Destwerdana neyênî ya dewleta Tirk ji krîza Sûriyê re, ev xeterî zêde kirin. Ji ber hişt bi hezaran terorîst derbasî hundirê Sûriyê bibin. Dagirkirina wê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re kete xizmetî rêxistinên tundraw û bûn cihekî ewle da ku xwe ji nû ve bi rêxistin bikin."

Fener Kiêt mixabîniya xwe der barê bêdengiya navneteweyî li ser dagirkeriya Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de anî ziman û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em tu hewldanên cidî yên navneteweyî ji bo zextkirina li dewleta Tirk ku sûcên xwe yên dijminane li dijî herêmê rawestîne, nabînin, yan jî wan neçar bikin ji herêmên dagirkirî vekişin û destwerdanê li karûbarên Sûriyê neke. Em ji tevahî diyalogên bi dewletên herêmê re ji bo çareserkirina dosyaya DAIŞ’ê amade ne."

(fr)

ANHA