​​​​​​​Daxuyaniya Rûsyayê ya li ser êrişên dewleta Tirk

Mariya Zaxarova da zanîn ew hêvî dike ku dewleta Tirk “xwe ji operasyoneke leşkerî ya li dijî Sûriyê dûr bigire."

​​​​​​​Daxuyaniya Rûsyayê ya li ser êrişên dewleta Tirk
3 hezîran, 2022   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li ser zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê got: "Em hêvîdar in ku Enqere xwe ji kiryarên ku dikare rê li ber aloziyeke xeternak di rewşa tengav a Sûriyê de veke, dûr bigire."

Mariya Zaxarova di daxuyaniya xwe ku li ser malpera wezaretê hate weşandin, ji bo hikumeta Şamê got: "Gaveke wiha bêyî razîbûna hikumeta rewa ya Komkara Erebî ya Sûriyê dê rasterast binpêkirina serwerî û yekitiya xaka Sûriyê be û alozî li welat zêdetir bibe."