​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Minbic û Babê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî nîvê şevê bajarokê Erîma yê li rojhilatê Babê, gundên Korhorîk, Boxax  Kawiklî yên rojavayê Minbicê bi moşek û hawinan topbaran kirin.

​​​​​​​Artêşa Tirk gundên Minbic û Babê topbaran dike
3 hezîran, 2022   05:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Meclisa Leşkerî ya Minbicê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li baregeha Şêx Nasir a li rojavayê Minbicê bi cih bûne piştî nîvê şevê bajarokê Erîma, gundên Korhorîk, Boxaz û Kawiklî bi 70 guleyên moşek û hawinan topbaran kirin.

(fr)

ANHA