​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-06-2022‎

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 03-06-2022‎
2 hezîran, 2022   23:00

- Cîgira hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Minbicê têkildarî gefên dewleta Tirk ên êrişên nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwesta civata navneteweyî şermezar kir û bêdengiya welatên ereban rexne kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kesayetên Ermen û Suryan ên kantona Hesekê êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hedefgirtina tevahiya pêkhateyên Sûriyê bi nav kir û hemû hewldanên mêtingeriyê li herêmê red kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nivîskar Janet Biehl li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên êrişeke gengaz a dagirkeriyê got "Cîhanê çawa destek da Ukraynayê, divê bi heman rengî destekê bide têkoşîna Kurdan jî." (BI WÊNE)

- Hevserokên meclis û komînan destnîşan kir ku dema herêm rastî xeteriyên derve were, gel hêza sereke ye ku pişta xwe bidin wê. Her wiha teqez kir ku dema pêş pir hesas e û divê zêdetir xebat û koordîna di nava komîn, meclis û gel de hebin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rewşenbîr û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da zanîn ku siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên ferzkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan bi armanca fikir û felsefeya wî ku tevahî doz û nakokiyên li Rojhilata Navîn çareser dikin, belav nebin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Dr. Selah Ebû Şeqra yê Zanîngeha Lubnanê got, hevkariya Erebî-Kurdî girîng e ji ber ku sûd li her du gelan dike, bi taybet di vê rewşê de ku Osmaniya Nû gefan ne tenê li kurdan dixwe, lê belê li tevahiya gel û dewletên herêmê dixwe. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Fener Kiêt da zanîn ku çeteyên DAIŞ’ê gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê derfet digirin da ku careke din xwe zindî bikin. Kiêt got pêwîst e civata navneteweyî û YE dosya çeteyan çareser bike, ji ber li ser herêmê û cîhanê xeter e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Nivîskar û çalakvanê siyasî Hisên Feqe teqez kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê kesayeteke kurdî xwenas û xwedî îradeya ku xwe diparêze afirand. Feqe got, "PDK`ê bûye esîrê têkiliyên Tirkiyê yên têkçûyî û nexweş û wê jî hişt Kurd gelek herêmên fireh ji dest bidin. (BI WÊNE)

JIN

- Endama Koordînasyona Kongra Star Welîde Botî da zanîn ku biryara dadgeha Tirkiyê der barê Çîçek Kobanê de ku heta hetayî girtî bimîne, dijberî qanûnên navneteweyî û dûrî nirxên mirovahiyê ye. (BI WÊNE)

CÎHAN

-Danûstandinên der bare vejandina peymana nukleerê ya di navbera rojava û Îranê de ku 2015’an hate îmzekirin gihaştin rêya xetimî. (BI WÊNE)

ANHA