​​​​​​​Ermen û Suryanên Hesekê: Gefên dewleta Tirk hemû pêkhateyên Sûriyê dike armanc

​​​​​​​Kesayetên Ermen û Suryan ên kantona Hesekê êriş û gefên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê wek hedefgirtina tevahiya pêkhateyên Sûriyê bi nav kir û hemû hewldanên mêtingeriyê li herêmê red kir.

​​​​​​​Ermen û Suryanên Hesekê: Gefên dewleta Tirk hemû pêkhateyên Sûriyê dike armanc
3 hezîran, 2022   01:42
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker êriş û gefên li dijî xaka Sûriyê dewam dike, bi wê re jî hewl dide timayên xwe yên Osmaniya nû pêk bîne. Ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide bi rêya çeteyên sûrî û biyanî Sûriyê dagir bike, lê piştî ku nikarîbû bi rêya çeteyan armancên xwe pêk bîne, di 2016`an de bi xwe êriş kir û Cerablus dagir kir.

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xetereya êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker baş dizanin, ji ber ku ji dîroka dewleta Tirk a dagirker, komkujiyên li dijî gelan û dîroka wê ya nû ya li Sûriyê ku herêmên Idlib, Efrîn, Cerablus, Ezaz, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, ders derxistine.

Hevserokê Meclisa Civakî ya Ermenan Arîv Kassabiyan anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker bi êriş û gefên xwe dixwaze xaka Sûriyê dagir bike û li xaka Tirkiyê zêde bike. Gefên domdar ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di heman demê de gefan li ewlehî û aştiya gelan dixwe.

Kassabiyan wiha axaftina xwe dewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe dixwaze pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike, da ku timayên xwe pêk bîne û komkujiya li dijî Ermenan dubare bike. Li aliyekî din jî bi armanca berfirehkirina rûbera dagirkeriya xwe, gundên Asur û Ermenan ên li navçeya Til Temir dike hedef."

Hevseroka Meclisa Civakî ya Ermenan anî ziman ku bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên nû bi bin ketin û wiha axivî: "Divê hêzên navneteweyî bi erka xwe ya parastina mafên pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rawestandina gef û êrişên dewleta Tirk rabe."

Çalakgera sivîl a Ermen Losnak Kafûryan jî got êrişên dewleta Tirk û gefên wê tên wateya berdewamkirina komkujiyên Osmaniyan ên li dijî Ermenan, qirkirina pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirinê.

Losnak Kafûryan diyar kir ku ew ê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên wê yên leşkerî li dijî hemû awayên êrişên li ser herêmê bisekinin, ji ber ku ew gel xwedî îrade ne.

Ji pêkhateya Suryan Sîlva Berî jî îşaret bi armanca dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Mînaka wê jî hedefgirtina gundên Asûriyan bi destê artêşa Tirk e."

Sîlva Berî destnîşan kir ku artêşa Tirk êrişên xwe dewam dike û bi wê re dixwaze rûbera dagirkeriya xwe berfireh bike û piştre vîna pêkhateyên herêmê bişikîne û projeya xwe ya Osmanî pêk bîne, her wiha Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî dagir bike. Li ser vê yekê bang li rêxistinên mafên mirovan û dewletên garantor kir ku dawî li êrişên artêşa Tirk û gefên wê bînin.

(eh)

ANHA