​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Çeteyên Tirk navenda me ya li Zirganê hedef girt

Hêzên Ewlekariya Hundirîn da zanîn ku di du rojên derbasbûyî de zêdetirî carekê navenda hêzên wan li Zirganê hate topbarankirin.

​​​​​​​Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Çeteyên Tirk navenda me ya li Zirganê hedef girt
2 hezîran, 2022   19:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro 2’yê Hezîranê bi dehan moşek û hawinan Zirgan ji hêla çeteyên delweta Tirk a dagirker ve hate topbarankirin. Ew yek jî berdewama binpêkirina peymanên navneteweyî ye.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn piştrast kir ku navendên xizmetguzariyên giştî û navenda hêzên wan di du rojên borî de bi zêdetirî carekê hatin topbarankirin û gelek zirarên madî çêbûn.

Li gorî malperê, di encama topbaranan de gelek welatî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

(fr)

ANHA