​​​​​​​Li Hesekê şevbihêrka li ser wêjeya şoreşgerî

Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê şevbihêrka li ser cureyên wêjeya şoreşgerî li dar xist, her wiha tê de berpirsiyariya li ser helbestvan û nivîskaran ku çawa rastiya şoreşê vebêjin, nîqaş kir.

​​​​​​​Li Hesekê şevbihêrka li ser wêjeya şoreşgerî
2 hezîran, 2022   19:06
HESEKÊ

Yekitiya Rewşenbîran a Hesekê li Parka Xwendinê ya Hesekê şevbihêrka wêjeyî li dar xist, tê de çîrokên şoreşgerî yên wêjeyî ku wê bi rêya helbest û wêjeyê radigihînin, nîqaş kirin.

Di şevbihêrkê de bi dehan helbestvan, wêjevan, rewşenbîr û nivîskar amade bûn.

Di şevbihêrkê de Fatme Ehmed çîrokeke şoreşgerî bi rêbaza wêjeyî vegot. Çîrok li ser azarên şêniyan dema ji warên xwe bi sedema êrişa çeteyan  koçber dibin û sekna YPJ û YPG’ê li kêlek şêniyan e.

Li aliyekî din jî nivîskar Ezher Ehmed du çîrok xwendin, yek li ser azaran zarokên şehîdan ên ku cejna xwe li goristanê li kêlek bavên xwe pîroz dikin. Ya din jî li ser çawaniya parastin û pêkanîna hêviya şehîd ku bêyî pêk bîne şehîd bû.

Di heman demê de nivîskar Kewser Mardînî çîroka li ser zehmxetiya wergirtina nan ku bi sedema çeteyan di nava xwînê de ye vegot, her wiha çîroka din jî li ser dayika şehîd Hevrîn Xelef ku keça xwe di şoreşê de şehîd bû.

Dûre nîqaş li ser berpirsiyariya ku dikeve ser mile helbestvan û nivîskaran ku çawa rûyê rast a şoreşê bi awayekî wêjeyê ragihînin. Di nîqaşan de li ser pêwîstiya ku rewşenbîr bi rola xwe bilîzin da ku rastiyê bi awayekî wêjeyî derxin derve hate nîqaşkirin.

(fr)

ANHA