Dr. Selah Ebû Şeqra: Osmaniya Nû gefan li her kesî dixwe

Dr. Selah Ebû Şeqra yê Zanîngeha Lubnanê got, hevkariya Erebî-Kurdî girîng e ji ber ku sûd li her du gelan dike, bi taybet di vê rewşê de ku Osmaniya Nû gefan ne tenê li kurdan dixwe, lê belê li tevahiya gel û dewletên herêmê dixwe.

Dr. Selah Ebû Şeqra: Osmaniya Nû gefan li her kesî dixwe
3 hezîran, 2022   04:31
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Gelên herêmê, bi taybet Kurd û Ereb bi asteng û gefên hevbeş re rû bi rû ne, di serî de yên dewleta Tirk ku dixwaze herêmên Sûriyê, Iraq û Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Di vê çarçoveyê de rewşenbîr û kesayetên siyasî û civakî-erebî-kurdî li dijî van êrişan banga yekitiyekê ji hemû gelê herêmê re dikin, herî dawî jî beriya çend rojan di Kongreya Diyaloga Lubnanî-Kurdî ya li Beyrûtê de ev bang hate kirin.

Dr. Selah Ebû Şeqra yê zanîngeha Lubnanê têkildarî mijarê wiha got: "Di rastiyê de pêwîstî bi hevkariyeke erebî-kurdî heye ji ber ku feyde li her du gelan dike, ji aliyekî ve ji mafên Kurdan e ku bi rûmet bijîn û li dewletên Ereban jî wekî hemwelatiyên din bin."

Dr. Ebû Şeqra ji ajansê re wiha axivî: "Ji berjewendiyên ereban e jî ku Kurd mafên xwe bi dest bixin da ku bûyerên salên 60 û 70`ê yên nakokiyên li bakurê Iraqê û yên niha li bakurê Sûriyê dubare nebin, ji ber ger iraqî û sûrî dixwazin bi aştî bijîn divê mafên siyasî bidin kurdan ev jî bi hikmekî xweser û serxwebûna bakurê Iraqê mîsoger dibe."

Ebû Şeqra wiha dewam kir: "Dema referandûm çêbû bi gelemperî serxwebûn hilbijartin, ji ber ku ji Iraqê re baş e. Kurdan di derbekirina hêzên radîkal ên DAIŞ`ê û Nusra de roleke erênî lîstin û dema li Sûriyê û Iraqê xwedî hikmekî xweser be ji berjewendiyên dewletên Ereb û Kurdan e."

'XETERIYA OSMANIYA NÛ LI SER HERÊMÊ'

Dr. Ebû Şeqra anî ziman ku xeteriya Osmaniya Nû digihêje bakurê Afrîkya, bi taybet ku destwerdanê li dewletên Ereban ên cîran û heta bi Lîbyayê jî dike. Li aliyekî din jî bi rêya destekdayîna ji Îxwana El-Mislimîn re gefan li ewlehiya Misirê jî dixwe û mudaxelya bakurê Sûriyê jî dike, Efrîn û Kobanê wêran kir û wiha dewam kir: "Hewl dide li bakurê Sûriyê, li herêma Kurdistana Sûriyê-Rojava kembera dagirkirinê ava bike, lewma Osmaniya Nû dixwaze van herêman kontrol bike û careke din desthilda xwe ferz bike. Êdî ev mijar xeter e û gefan ne tenê li ewlehiya kurdan dixwe, lê belê li dewletên cîran ên wekî Sûriye û Iraqê jî dixwe."

Dr. Selah Ebû Şeqra wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Dewleta Tirk bi hinceta avakirina herêma ewle dixwaze bakurê Sûriyê tev li Tirkiyê bike,  ev jî xeteriyeke mezin çêdike. Beriya niha jî bi lihevkirina bi fransiyan re 1938`an Lîwaa Skenderûn a erebî-sûrî ku piraniya niştecihên wê elewiyên Ereb bûn bi ser xaka xwe vekir û niha jî heman senaryo dubare dike, ji Efrîn bigire û heta bi Qamişlo û Kobanê."

(eh)

ANHA