Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişên 2 rojên borî li ser Minbicê eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişên artêşa Tirk li ser piraniya gundewarên bajar di nava du rojên borî de, eşkere kir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bîlançoya êrişên 2 rojên borî li ser Minbicê eşkere kir
2 hezîran, 2022   15:03
MINBIC

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk di nava du rojên borî de gundên Ewn El-Dadat, El-Muhsenlî û Ereb Hesen topbaran kirin.

Di 31`ê Gulanê de dewleta Tirk bi hawin, çekên giran û balafirên bêmirov gundên navborî hedef girtin.

duh jî dewleta Tirk bi balafirên bêmirov gundê Ereb Hesen bombebaran kir.

Her wiha di 2`ê Hezîranê de saet di 05: 15`an de gundê El-Muhsenlî û Ewn El-Dadat bi moşek û hawinan topbaran kir.

Komên çete yên Diri El-Firat ku destekê ji artêşa Tirk digirin 3 caran hewl dan ku derbasî gundê El-Muhsenlî bibin.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minicê jî bersiva wan dan û ji ber berxwedana ku şervanan pêk anî hewldana wan têk çû.

Ji ber hişyarbûna şervanan hewldana çeteyan têk çû û di encama wê de du çete birîndar bûn.

Li gorî navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku di her du rojên borî de 45 topên hawinê hatine avêtin.

Her wiha navendê diyar kir ku dewleta Tirk bi awayekî rojane herêmên bakur û bakur rojavayê bajar bi çekên cûda topbaran dike û ji ber vê yekê jî gel metirsîdar e.

 (bx)

ANHA