​​​​​​​Di topbarana gundê Korik ê Girê Spî de, welatiyek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker duh gundê Korik ê rojavayê Girê Spî topbaran kir, di encamê de welatiyek birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Minbicê.

​​​​​​​Di topbarana gundê Korik ê Girê Spî de, welatiyek birîndar bû
2 hezîran, 2022   15:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh gundên rojavayê Girê Spî ji hêla artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi dijwarî hatin topbarankirin.

Nûçegihanê me ji herêmê, da zanîn ku di topbarana li ser gundê Korik de welatiyek birîndar bûn, navê wî Mihemed Îsmaîl (Ebû Omer) e.

Nûçegihand eşkere kir ku welatiyê birîndar rakirin nexweşxaneya Minbicê, lê tu agahiyên li ser rewşa wî ya tenduristî eşkere nekirin.

(fr)

ANHA