​​​​​​​Giştînameya veguhastina genim û cezayên kesên bi pê bikin, hate derxistin

Ji bo parastina ewlehiya xwarinê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Rêveberiya Xweser giştînameyek bi jimareya 11’an derxist. Tê de tê diyarkirina ku ji bilî nivîseke fermî qedexe ye genim di nava rêveberiyên xweser û sivîl re were veguhastin, her wiha kesên giştînameyê bin pê bike wê ceza werin birîn.

​​​​​​​Giştînameya veguhastina genim û cezayên kesên bi pê bikin, hate derxistin
2 hezîran, 2022   15:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê giştînameyek bi jimareya 11’an derxist, tê de hate diyarkirin ku qedexe ye ji bilî nivîseke fermî ji Şîrketa Pêşxistinê ya Civaka Çandinî genim were veguhastin û her kesê bin pê bike wê ceza werin birîn.

Di giştînameyê de wiha hate:

"Ji bo parastina ewlehiya xwarinê li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li gorî qanûnên benda /k/ ji madeya 176’an a qanûna gumrîkê ya bi jimareya 4 a 2021’an û li gorî giştînameya bi jimareya 57 a di 29.06.2020’an de hatiye derxistin, naveroka wê ew e ku genim qedexe ye were hindardekirin, her wiha li gorî qanûna madeya 188’an ji qanûna gumrîkê ya bi jimareya 4 a 2021’an wiha ye:

1-Qedexe ye genim di nava rêveberiyên xweser û sivîl de ji bilî nivîseke fermi ji Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê were veguhastin.

Dema benda /1/ a li jor were binpêkirin ev ceza tên birîn;

a-Herî kêm cezaya ji sedî 50 tên birîn.

b-Heke binpêkirin dubare bide, cezaya di navbera hezar heta 10 hezar dolar tê birîn. Lê heke careke din hate binpêkirin cezaya salekê ya girtinê tê birîn û 5 hezar dolar tên dayîn. Ew jî li gorî benda 1 ji madeya 181 ji qanûna gumrîkê ya 2021’an e.

c-Li gorî bihaya Rêveberiya Xweser diyar kiriye ku her kîloyek bi 2 hezar û 200 lîreya Sûriyê ye, genim radestî Şîrketa Pêxpstina Civaka Çandiniyê tê kirin.

d-Ji bo rakirina cezaya li ser wesayîtên veguhastinê yên di qaçaqiyê de hatine bikaranîn bac ji sedî 20 tê birîn.

ANHA