Bertekên şêniyên Qamişloyê: Ji PDK`ê re êdî bes e

Şêniyên bajarê Qamişlo beramberî pênaseyên ku PDK li dijî PKK’ê bi kar tînê û hevkariya bi dijminê gelê Kurd re bertek nîşan dan û got: “Bes e êdî, şerm e ji wan re, ma heta kengî dê wisa bijîn.”

Bertekên şêniyên Qamişloyê: Ji PDK`ê re êdî bes e
2 hezîran, 2022   06:44
QAMIŞLO – DELÎLA GABAR

Demeke dirêj e gelê Kurd û dostên wî hewl didin navê PKK’ê ji lîsteya terorê derxin, lê PDK bi zanebûn PKK’ê wek “terorîst” bi nav dike.

Li hemberî van sûcdariyên PDK`ê şêniyên Qamişloyê helwesta xwe nîşan da.

Welatiyê bi navê Hilwa Silêman Yusif got: “Niha mala Barzanî dibêje PKK terorîst e, ka çi terorîstî kiriye, çi ji malê xelkê biriye û ka derveyî dijminê gelê Kurd kî kuştiye? Mala Barzanî tiştek nema ku bi Kurdan nekirin, em dibêjin bila li kurdîtiya xwe xwedî derkevin û bila êdî bes xiyanetê bikin. Hebûna dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê rewa dibîne, lê hebûna tevgera azadiyê PKK’ê wek terorîst dibîne.”

Yusif hevkariya PDK`ê ya dewleta Tirk a dagirker re wek şerm pênase kir û got: “Îro dewleta Tirk a dagirker li ser xaka welatê me çawa sînoran çêdike û têlan datîne, PDK jî heman tiştî dike. Êdî em tiştê ku ji PDK’ê re bêjin nîn e. Em dibêjin bila êdî bela xwe ji me veke.”

Yusif bang li PDK`ê kir ku bila destê xwe ji dewleta Tirk a dagirker bikişîne û got: “Çi dibe bila bibe em nabin zilamê dewleta Tirk. Dewleta Tirk dijminê bav û kalê me ye û dijminê însanyetiyê ye. Şev û rojan Erdogan nexşeyekê dixê destê xwe û dibêje `ez ê ew qas cihan bigrim`. Ma erdê bavê wî ye? Erda gelê Kurd e, ger rûyê wî ji wê nexşeyê biêşiya nedixist destê xwe û wiha nedigot.”

Welatiyê bi navê Xaşa Ehmed Heydo jî got: “PKK Şengal, Kerkûk û xaka Başûr bi giştî diparêze. Dewleta Tirk a faşîst rojane xaka Başûr qaşo dibin serweriya PDK`ê de ye, dagir dike û her roj êrişan li ser gelê herêmê dike. PKK ne terorîst e, ger hûn hîşyar nebin û destê xwe nedin gelê Kurd û PKK’ê, hûn ê têk biçin. PDK, gelek ji were nemaye, temenê we jî nemaye.”

Heydo kiryarên PDK`ê re got ku êdî bes e. Ji vê rêyê vegere û wiha berdewam kir: “Ger hûn Kurd in û navê biratiyê bang dikin, PKK Kurd e, gelparêz e û gel vê tiştî dizane. Rewşa Sedam çi bû, hûn jî wiha bin. Em dibêjin li Kurdbûna xwe vegerin, dijminatiya gelê Kurd kirin, bes e. PKK dê bi berxwedana xwe wê ser bikeve, hûn nahêlin û dibin asteng. Yê ku me diparêze PKK ye. Hûn biçin û werin dijminahiya PKK’ê û çi partiyên ku ji bo doza kurdî dixebitin. Jixwe hûn ji bo wê çêbûne, dijmin ev erk daye we. Gelê Kurd şiyar bûye, ger hûn li gelê xwe xwedî dernekevin, wê êdî gel pê li we bike û dê êdî kursiyê wa jî nemîne”

ANHA