Rojnameyên erebî: Li Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk komîteyek şopandina rastiyan ava bû

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa avakirina komîteyekê li Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk li ser herêmê, bidawîbûna dema agirbestê li Yemenê û îzolekirina 57 dadgeran li Tûnisê, kir.

Rojnameyên erebî: Li Iraqê têkildarî êrişên dewleta Tirk komîteyek şopandina rastiyan ava bû
2 hezîran, 2022   07:36
NAVENDA NÛÇEYAN

PARLAMANTOYA IRAQÊ LI DIJÎ DESTDIRÊJIYÊN DEWLETA TIRK KET TEVGERÊ

Rojnameya Şerq El-Ewsat di hejmara xwe ya îro de têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamantoya Iraqê têkildarî destdirêjiyên hêzên Tirk li dijî bajar û herêmên sînorî li hundir xaka Iraqê komîteyek ava kir.

Endamê komîteyê, parlamanter Hisên El-Amirî duh gotibû: “Lijneya Asayîş û Parastinê ya parlamantoyê destdirêjiyên domdar ên hêzên Tirkiyê li dijî gund, bajar û herêmên sînorî yên li xaka Iraqê ku di encamê de zirarên canî û madî çêbûn, nîqaş kir.”

El-Amirî daxuyand ku komîte ji bo şopandina rastiyan hatiye avakirin û demeke nêz dê biçe herêmên ku êrişên dewleta Tirk lê çêbûne û raporekê amade bike û pêşkêşî parlamantoyê bike.”

AGIRBESTA LI YEMENÊ BI DAWÎ BÛ, YEMENÎ LI PÊŞ DU SENARYOYAN IN

Rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Yemenê kir û nivîsî: “Agirbesta bi serpereştiya Neteweyên Yekbûyî li Yemenê pêk hatî, pêncşemê bi dawî dibe. Aliyên hevrik li ser dirêjkirina agirbestê li hev nekir. Ruxmî ku bi rêjeyeke mezin agirbestê di kêmkirina tundiyê de rol lîst, her wiha cara yekê piştî 6 salan bi saya agirbestê ji Balafirgeha Senayê çûna û hatina yemeniyan bo Qahîreyê çêbû.”

Aliyên siyasî dibêjin, negihiştina lihevkirineke fermî du senaryoyan datîne pêş yemeniyan. Yek; jinûve destpêkirina şer, ku dê vê carê tundtir û dijwartir be. Du: Arambûna her du aliyan û rêdayîna nûnerê navneteweyî Hans Grundberg da ku hewldanên dirêjkirina agirbestê bidomîne.

Di 2`ê Nîsana borî de bi serpereştiya NY`yê aghirbest ketibû meriyetê. Tê de gelek bend hebûn, ji wan pêkanîna rêwîtiyên bazirganiyê ji Balafirgeha Sena ya Navneteweyî, rakirina dorpêçê, vekirina rêyên diçin parêzgehên dorpêçkirî û di serî de Teiz a li rojavayê welêt.

Di dema agirbestê de tevî ku hikumeta Yemenê û Hûsiyan hev du bi binpêkirina agirbestê tawanbar dikir jî, lê belê bi rêjeyeke mezin tundî li welêt kêm bûbû.”

LI TÛNISÊ JI BER GENDELIYÊ 57 DADGER HATIN ÎZOLEKIRIN

Rojnameya El-Beyan jî di rewşa Tûnisê de wiha got: “Rojnameya fermî eşkere kir ku duh çarşemê serokê Tûnisê Qeys Seîd 57 dadger îzole kirine, ku bi gendeliyê, nixumandina dozên terorê hatibûn tometbarkirin.

Qeys Seîd duh çarşemê di civîneke wezaretê de bi bîr xistibû ku dê biryareke siyasî ya girîng bide.

Di nava dadgerên hatine îzolekirin de, serokê meclisa bilind a dadgehê ya hatî jihevxistin Yûsif Bû Zaxir û Beşîr El-Ekremî hene, ku aliyên siyasî wî bi nixumandina dozên terorê, têkiliya bi Partiya Nehda re tometbar dikin.

Serokê Tûnisê demeke berê meclisa bilind a dadgehê ji hev xistibû, li şûna wê mecliseke demkî ava kiribû. Dijberên wî û hin dadgeran gotibû ku armanc ji vê gavê destdanîna li ser dadgehê ye.

(cx)