‘Em ê li dijî planên dewleta Tirk tê bikoşin û axa Rojava bernadin’

Şêniyên herêma Cizîrê bi tundî êrişên li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi van sûcan dixwaze tirsê çêke û got “Em ê li dijî planên dewleta Tirk tê bikoşin û axa Rojava bernadin.”

‘Em ê li dijî planên dewleta Tirk tê bikoşin û axa Rojava bernadin’
2 hezîran, 2022   06:32
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Êriş û sûcên dewleta Tirk a qirker li ser herêm û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Di êrişên bi balafirên bêmirov de gelek welatî şehîd dibin. Herî dawî li gundekî Qamişloyê şêniyek şehîd bû 3 jî birîndar bûn. Li Şehbayê jî êrişî klînkekê kirin.

Girêdayî mijarê şêniyên herêma Cizîrê nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Ebdulqadir Îbrahîm got dewleta Tirk a dagirker xwe dijminê wan dibîne û ji ber hevgirtina gelên Suryan, Kurd û Ereb tengav dibe û got: “Ev pêkhate bi hev re di rewşên zehmet de xwe diparêzin.”

Îbrahîm bal kişand ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li ser dêr û mizgeftan û got: “Ji ber vê yekê tê xuyakirin ku ji hevgirtina gelan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditirsin, ji ber ku dizanin heke gelê herêmê bibin yek, ew ê xwe ji êrişên qirkirinê biparêzin. Dewleta Tirk dixwaze gelan qir bike û li ser xwîna wan jî xwe ava bike.”

Ebdulqadir Îbrahîm destnîşan kir ku gefên dewleta Tirk a qirker bi mebesta pêkanîna şerê taybet e û wiha lê zêde kir: “Dixwaze gel her dem di nava metirsiyê de be, rehet nemîne. Hêza gelan heye, ew ê li hember van sûcan bi ser bikevin.”

Dayika şehîd Mihemed Gulo ku ew jî bi êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûye, Cîhan Gulo da xuyakirin ku ew bi tundî êrişan şermezar dikin û got: “Dewleta Tirk dixwaze tires bixe nava gelan, lê bila bizabe em Rojava bernadin.”

Cîhan Gulo got: “Ji ber ku dewleta Tirk nikare li hember şervanên me şer bike, tê êrişî şêniyan dike. Em ê her dem li pişt hêzên xwe yên leşkerî bin. Her dem mirina birûmet ji mirovê mezin re ye. Ew ê kesên ku îxanetê li dijî gelan dikin îxaneta wan di dîrokê de bê bicihkirin.”

Hisên Ferhan ê ji Serêkaniyê ya dagirkirî ku niha li Qamişloyê dimîne jî got: “Bi van êrişan dixwazin gelê Kurd qir bikin. Bila bizanin ku gelê Kurd tu carî nayê qirkirin.”

Hisên Ferhan da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi çekên pêşketî li dijî berxwedana gelan derdikeve, ji ber ku ne bi çekên pêşketî be ew nikare şer bike.

Hisên Ferhan destnîşan kir ku ew ê xwe biparêzin û got: “Bi hêza gelan planên heyî dê bên pûçkirin.”

ANHA