Hewldanên çeteyan ên dagirkirina herêmê li bakurê Minbicê hatin têkbirin

Şervanên Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyên dagirkeriya Tirk a ketina gundê Mihsenlî yê bakurê Minbicê têk bir.

Hewldanên çeteyan ên dagirkirina herêmê li bakurê Minbicê hatin têkbirin
2 hezîran, 2022   05:55
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, hêzên meclisê gelek hewldanên ketina herêmê yên çeteyên Mertala Firatê li bakurê bajarê Minbicê, têk birin.

Li gorî navendê, şervanên meclisê bersiva gelek hewldanên çeteyên Mertala Firatê ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker ên ketina gundên Mihsenlî da, li ser wê yekê şer rû da û hewldanên çeteyan hatin tekbirin.

Topbarana li ser gundê Mihsenlî heta vê kêliyê berdewam dike û 15 top li herêmê ketine.

(cx)