​​​​​​​Şîrovekarê siyasî: Bicihkirina penaberan mezintirîn xeteriya li ser doza Kurdistanê ye

Şîrovekarekî siyasî projeya Erdogan a bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî şiband Kembera Ereban ku rêjîma Baasê li herêma Cizîrê pêk aniye û hişyarî da ku dibe ev projeya herî xeter li ser doza Kurdistanê be.

​​​​​​​Şîrovekarê siyasî: Bicihkirina penaberan mezintirîn xeteriya li ser doza Kurdistanê ye
2 hezîran, 2022   04:36
HESEKÊ-OLVA HAC MENSÛR

Piştî ku şêniyên wê yên resen hatin koçberkirin, dewleta Tirk a dagirker plan dike li herêmên dagirkirî zêdeyî milyonek penaberên Sûrî bi cih bike

Di 3'ê Gulanê de serokkomarê Tirk a dagirker ragihand ku ew plan dikin li 13 deverên dagirkirî avahiyên mêtîngeriyê ava bikin, da ku “milyonek penaberên diwazin bi dildarî vegerin” lê bi cih bikin.

Beriya vê yekê bi hevkariya komele û rêxistinên Îxwan El-Muslimîn ên Qeter û Kiwêtê li Efrînê gelek avahiyên mêtîngeriyê ava kirin.

Şîrovekarê siyasî yê Kurd Ciwan Yûsif diyar kir ku plana Erdogan a bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî li dijî biryara 2254'an a NY ye.

Li gor biryara 2254`an, eger aramî misoger bû, divê koçber vegerin cihên xwe yên resen.

Şîrovekar Ciwan Yûsif bi rêya telefonê ji ajansa me re got: "Li wan herêman aramî tune ye heta ku koçber li wir bên bicihkirin, hemû rapor dibêjin ku aramî li wir tune ye, sedemên jiyanê nayên peydakirin. Ew koçber dê li ne li herêmên xwe bên vegerandin. Ev li dijî biryara 2254`an e.”

AVAKIRINA CIVAKEKE ALÎGIRÊ DEWLETA TIRK

Ciwan Yûsif destnîşan kir ku projeya bicihkirina penbarên Sûrî beşek ji propagandaya hilbijartinan a Erdogan e ku tê payîn di sala 2023'an de bê lidarxistin. Armanca dewleta Tirk guhertina jeo-siyasî li deverên Kurdan ên li her du aliyên sînor û avakirina civakeke alîgirê wê ye.

Her wiha got: " Dixwazin herêmeke tevlîhev ava bikin û rê  li ber xewnên gelê Kurd bigirin.

Beriya niha di salên 1970'yî de partiya Baas li deverên Kurdan Kembera Ereban ava kir, bê guman rêjîmên Tirkiyê û Sûriyê li ser vê yekê li hev dikin. Ev yek dê li pêşberî vegerandina têkliyên her du dewletan nebe asteng. Her du rêjîm dixwazin gelê Kurd û xeyalê wan lawaz bikin."

Partiya Baas di sala 1963`an de projeya Kembera Ereban li herêma Cizîrê pêk anî, dest danî ser gund û erdên Kurdan û radestî kesên din kirin.

Yûsif bal kişand ser xeteriyên projeya Erdogan li ser tevahî gelên Kurdistanê û got: "Tişta ku Erdogan dike ji guhertina demografîk xetertir e, ji ber ku mijar girêdayî erdnîgarî û civaka Kurdistanê ye, dixwazin rê li ber têkliyên Kurdên Bakur û Rojava bigirin, ne tenê gelê Kurd lê belê tevahî pêkhateyên Kurdistanê."

Ciwan Yûsif diyar kir ku planên dewleta Tirk a dagirker bi dawî nebûne û got:" Erdogan gelek caran behsa vegerandina herêmên beriya niha li jêr kontrola Osmaniyan de bûn kiriye. Ji ber wê dewleta Tirk li herêmên dagirkirî kesên girêdayî xwe bi cih dike. Da karibe wan weke amûr bi kar bîne."

Yûsif ev tişt jî anî ziman: "Dibe ku li wan herêman referandûmê pêk bîne da wan herêma tevlî Tirkiyê bike, beriya niha Rûsyayê nasnameya xwe da milyonek kesên li Ukraynayê û bi bihaneya parastina welatiyên xwe li Ukraynayê dest bi êrişê kir, dibe ku Tirkiyê jî wiha bike."

Yûsif da zanîn ku dewleta Tirk penaberên Sûrî di aliyên siyasî, ewlehî û leşkerî de bi kar tîne û got:" Ew kirin çete û şandin Lîbyayê, Efrîn û Serêkaniyê dagir kirin, niha ji bo guhertina demograîk wan bi kar tîne."

(şt)

ANHA