Ji meşa dirêj a ciwanan, gelek ciwanên Ereb û Kurd tev li refên gerîla bûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi diruşma "Li dijî îxanetê û dagirkeriyê werin cenga azadiyê" meşeke dirêj ji Qamişlo heta bi Dêrikê ve organîze kir û vê êvarê meş bi dawî bû, di meşê de komeke ciwanên Ereb û Kurd biryar da û tev li refên gerîlayan bûn.

Ji meşa dirêj a ciwanan, gelek ciwanên Ereb û Kurd tev li refên gerîla bûn
1 hezîran, 2022   19:13
DÊRIK

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ji bo piştgiriya xwe ji berxwedana gerîlayan re li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û hevkarê wê PDK’ê nîşan bidin, meşeke dirêj ji Qamişlo heta bi Dêrikê organîze kir. Diruşma meşê "Li dijî îxanetê û dagirkeriyê werin cenga azadiyê". Meşa ciwanan vê êvarê li Dêrikê bi dawî bû û daxuyaniyek da. Di meşê de gelek ciwanan Ereb û Kurd biryar da  û tev li navên refên gerîlayan bûn.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ya dagirker û hevkarê wê PDK’ê, ku ji 17’ê Nîsanê de, li ser Herêmên Parastina Medyayê dane destpêkirin, heya roja îro bi hemû rê û rêbazên hov dewam dike.

Li hember van tevahî êrîşan hem Gerîlayên Azadiya Kurdistanê û hem jî gelên kurd û Kurdistanê berxwedaneke destanwarî raber dikin. Li hember berxwedana gerîla û gel, ku bi rihê Şerê Gel ê Şoreşgerî dewam dike, dijmin ketiye nava astengiyên mezin û nefesên xwe yên dawiyê dikişîne.

Li ser esasê ku êrişên dagirkeriyê yên bênavber bi hevkariya PDK’ê û tevahî hêza NATO’yê li ser gelê Kurd û Kurdistanê dewam dike, ji aliyê Komalên Ciwan û Komalên Jinên Ciwan ve seferberî hate ragihandin. Seferberî li ser esasê ku her ciwan û kurdekî birûmet, li dijî van tevahî êrişên qirker û faşîst li ber xwe bide û cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê de bigire hate ragihandin. Seferberî bi dirûşmeya “Li dijî dagirkerî û îxanetê, werin cenga azadiyê” hate îlan kirin.

Di vê çarçoveyê de ji bo ku tevahî ciwanên Kurdistanê û ciwanên derveyî Kurdistanê li Ewrupayê dimînin, ji banga seferberiyê re bibin bersiv û bi 18’emîn salvegera Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Pûşperê (1’ê Hizêranê) careke din bi rihê berxwedana gerîla derb li dagirkeran bidin, meşeke dirêj ku li her derê heya 3’ê rojan dewam kir organîze kirin.

Di heman demê de ciwanên Rojavayê Kurdistanê û tevahî Bakur-Rojhilatê Sûriyê tenê bi meşê re sînordar neman, ciwanên ku tevlî meşê bûne, bersiv dan êrişên dagirkeriyê û biryara xwe dan ku tevlî nava refên gerîla bibin. Ciwanên Kurd û Ereb yên ku tevlî meşê bûne bersiva banga serferberiyê ya Komalên Ciwan dan, di 18’emîn salvegera Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Pûşperê de derbekî nû li dagirkeran dan.

Ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê ku cihê xwe di meşa dirêj ya sê rojan de digirtin, piştî ku meş gihîşt bajarê Dêrikê ciwanan bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya nava refên gerîla ragihandin. Ciwanan di daxuyaniya xwe de bal kişand ku di pêvajoya bi vê rengî de tevlîbûna nava refên gerîla bersiva herî rast e.

Herî dawî daxuyaniya ciwanan bi siloganên weke “Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Gerîla, Werin Cenga Azadiyê” bi dawî bû."