​​​​​​​Ebdulkerîm Omer: Êrişeke nû li ser xaka Sûriyê dê aloziyê dirêjtir û kûrtir bike

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer anî ziman ku êrişeke nû ya muhtemel li dijî xaka Sûriyê dê rewşê aloztir bike û derfetê bide DAIŞ`ê ku jinûve xwe bi rêxistin bike.

​​​​​​​Ebdulkerîm Omer: Êrişeke nû li ser xaka Sûriyê dê aloziyê dirêjtir û kûrtir bike
2 hezîran, 2022   01:37
REQA – EHMED EL-ESAF

Dewleta Tirk a dagirker gefên dagirkeriyeke nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Çarşema borî serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan gefa dagirkirina Til Rifet a kantona Şehbayê û Minbicê xwaribû.

PROJEYA MÊTÎNGERIYÊ DIJBERÎ BIRYARA 2245`AN E

Têkildarî mijarê Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk her tim aloziyên navneteweyî bi kar tîne da ku projeyên xwe yên berfirehkirina qada dagirkeriya xwe li dewletên cîran pêk bîne."

Omer destnîşan kir ku di demên dawîn de dewleta Tirk a dagirker projeya bicihkirina milyonek penaberên sûrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêş kir û wiha domand: “Ev projeyeke nîjadperestiyê ye û dijberî hemû qanûn û peymanên navneteweyî ye. Her wiha dijberî mafên mirovan û biryara NY`yê ya sala 1951`an a der barê penaberan de û biryara navneteweyî ya taybet ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hejmar 2254`an e."

ARMANC DERXISTINA NAKOKIYAN DI NAVBERA GELÊ SÛRIYÊ DE YE

Ebdulkerîm Omer wiha nirxandina xwe dewam kir: "Projeya mêtîngeriyê bingeha guhertina demografiya herêmê ye û ji bo derxistina nakokiyên demdirêj di nava pêkhate, bawerî, netewe û çandên gelê Sûriyê de ye.”

Omer bi bîr xist ku dewleta Tirk a dagirker şerê Rûsya-Ukraynayê, tevlîbûna Fînlandiya û Swêdê ji NATO`yê re bi kar anî û wiha pê de çû: “Erdogan van rewşan bi kar tîne da ku siyaset û projeyên xwe pêk bîne, ji aloziya xwe ya aborî bireve yan jî hin destkeftiyan beriya hilbijartinan bidest bixe."

Omer diyar kir ku çi êrişa li ser xaka Sûriyê dê aloziya Sûriyê dirêjtir û bigirêktir bike, aramî û ewlehiya herêmê xira bike û got: “Têkbirina aramiya herêmê tê wateya destekdayîna çeteyên DAIŞ`ê da ku jinûve xwe bi rêxistin bikin.”

RÊVEBERIYA XWESER TÊKILIYA XWE BI DERVE RE XURT DIKE

Ebdulkerîm Omer destnîşan kir ku destwerdanên derve nexasim destwerdanên herêmî mîna yên dewleta Tirk û helwesta rejîmê ku bi zihniyeta beriya 2011`an ve girêdayî ye, dibe ku di aliyê leşkerî de Sûriyê ji nûve bixe bin serweriya xwe, sîstema xwe zordest vegerîne, ev astengiyê herî mezin li dijî çareserkirina aloziya Sûriyê ne.”

Omer wiha pê de çû: "Rêveberiya Xweser bi civaka navneteweyî û dewletên eleqedarî aloziya Sûriyê bi taybet bi welatên Ereban re, her tim di peywendiyan de ne. Em pêşbîn dikin ku welatên wekî Îmarat, Misir, Urdun û Siûdiyê dê di çareserkirina aloziya Sûriyê de rol bilîzin. Em hewl didin têkiliyên bi wan re xurt bikin da ku rolekê di çareserkirina aloziya Sûriyê de bilîzin, li şûna rola ku Îran û Tikiyê dilîze, yên ku xwedî ajande û berjewendiyên taybet in û tu têkiliya wan bi berjewendiya gelê Sûriyê û şoreşa wê re tune ye."

Ebdulkerîm Omer di dirêjahiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Bi rêya pêwendiya me bi dewlet, NY`yê, rêxistinên hiqûqî û saziyên YE`yê re, me peyam ji wan aliyan re şand. Bi van peyaman re me dosyayên binpêkirinên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî bi taybet li Efrînê û avakirina avahiyên mêtîngeriyê jî şandin.”

Ebdulkerîm Omer got hemû avahiyên mêtîngeriyê ku li ser xaka herêmên dagirkirî têne avakirin bi destekdayîna komeleyên îxwanî ku destekê ji Qeter, Kiwêt û Filistînê digrin e.

RÊVEBERIYA XWESER BI ÇARESERIYA SIYASÎ Û VEGERANDINA KOÇBERAN RE YE

Ebdulkerîm Omer di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Bi rêya pêwendiya me bi civaka navneteweyî re em teqeziyê li ser çareseriya siyasî bi rêya diyaloga di navbera gelê Sûriyê de û kongreya sûrî ye ku karibe aloziya Sûriyê çareser bike, Sûriyeke nû, demokratîk û nenavendî ava bike."

Ebdulkerîm Omer bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku binpêkirinên xwe rawestîne û got: “Projeya guhertina demografîk dê nakokiyên demdirêj di nava beşên gelê Sûriyê de derîne. Helwest hin saziyên navneteweyî heye, ew li dijî êrişeke nû ya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî projeya bicihkirina koçberan in."

Hevserokê Dayîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer teqez kir ku Rêveberiya Xweser bi vegera koçberan re ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Kengî dê koçber vegerin? Dema ku gelê Sûriyê ji bo çareseriya siyasî lihev bikin û dema ku îstiqrar siyasî û ewlehî li Sûriyê hebe. Wê demê her koçberek dê vegere herêm û mala xwe bêyî guhertina demografîk li tevahî herêmê pêk were."

(bx)

ANHA