Ji Kampa Koçberên Girê Spî li dijî planên mêtîngeriyê bang hat kirin

Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kampa Koçberên Girê Spî bang li civata navneteweyî kir ku nekeve xefa planên dewleta Tirk, ên ku dagirkirina herêmê û guhertina demografiyê armanc dikin.

Ji Kampa Koçberên Girê Spî li dijî planên mêtîngeriyê bang hat kirin
1 hezîran, 2022   11:19
EYN ÎSA

Hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan a Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed bi beşdariya bi dehan koçberên Kampa Koçberên Girê Spî, bi daxuyaniyek da. Şêxmûs Ehemd êrişên dagirkeriya Tirk û gefên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şeremzar kir û got: "Gefên dagirkeriyeke nû li herêmê rê li ber bêîstiqrariyê û zêdebûna koçberiyê li herêmê vedike.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê, di demên dawî de bû sedem ku 200 malbat ji herêmên nêzî eniyên şer koçber bibin û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk endamtiya xwe di NATO`yê de ji bo şantajkirina dewletên Ewropayê, ferzkirina şertên xwe û pêkanîna planên xwe li axa Sûriyê, bi kar tîne.

Armanca dewleta Tirk a dagirker ji gefên vê dawiyê, derbekirina mewsimê çandiniyê aramnc dike, da ku krîzeke aborî li herêmê derkeve û bi hezaran şêniyên herêmê û koçberên li kampan, birçî bimînin.”

Her wiha hedefgirtina perestgeh û navendên çandî, ji wan dêra Mar Sawa El-Hekîm a li gundê Til Tewîl ê navçeya Til Temirê hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de ev bang hate kirin: "Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mirovî dikin ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku bi dosya penaberan bazarê neke, her wiha em bang dikin ku ji bo vekirina dergehê Til Koçer bikevin tevgerê da ambargoya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê sivik bibe û alîkarî bigihêjin penaberên li herêmê."

Serokkomar Erdogan bi bihaneya ewlekirina sînorên dewleta xwe û avakirina herêma ewle ji bo vegera penaberên sûrî yên li Tirkiyê, gefa dagirkeriyeke nû li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwar.

Hêjayî bibîrxistinê ku dagirkirina dewleta Tirk ji kantona Girê Spî re bû sedem ku zêdetirî 100 hezar welatî koçber bibin, ji wan 6 hezar û 43 li Kampa Koçberên Girê Spî dimînin û yên din jî li bajarên Reqa, Tebpa û gundewarên wê dimînin.

(eh)

ANHA