Endamê Hevbendiya Nasir banga bersivdayîna dijminahiya dewleta Tirk kir

Endamê Hevbendiya Nasir bang li hikumeta Navendî ya Iraqê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bisekine û ji ber binpêkirina serweriya dewletên cîran li dewleta Tirk gilî bike.

Endamê Hevbendiya Nasir banga bersivdayîna dijminahiya dewleta Tirk kir
1 hezîran, 2022   12:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Hevbendiya Nasir Ezam El-Hemdanî îro li dijî destwerdana dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê banga aktîfkirina saziyên ewlekariyê yên Iraqê kir.

El-Hemdanî ji Rojnews`ê re anî ziman ku divê hikumeta navendî li Bexdayê bi rêya boykotkirina kel û pelên Tirkiyê li dijî êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ên li dijî bakurê Iraqê bisekine. Her wiha diyar kir ku divê saziyên ewlehiyê yên Iraqê li dijî destwerdana leşkerî ya Tirkiyê bisekinin û têgeha artêşa Iraqê parastina serweriya Iraqê dike, pêk bînin.

Her wiha El-Hemdanî got, divê balyozê Tirk were vexwendin û muzekeriya protostkirinê pêkêşî wî were kirin. El-Hemdanî bang li dewleta Iraqê kir ji ber binpêkirina serweriya xaka Iraqê binpêkirina pîvanên cîrantiyê û ewlehiya neteweyî ya Iraqê, li cem Komkara Erebî û Koneya Ewlehiyê ya Navneteweyî li dewleta Tirk gilî bike.

 (eh)