Pisporekî leşkerî yê Iraqê: Dewleta Tirk li axa Iraqê 37 baregehên leşkerî ava kir

 Pisporekî leşkerî avakirina 37 bargehên leşkerî yên mayînde ji aliyê dewleta Tirk ve li xaka Iraqê bi kûrahiya zêdetirî 100 km, şermezar kir.

Pisporekî leşkerî yê Iraqê: Dewleta Tirk li axa Iraqê 37 baregehên leşkerî ava kir
1 hezîran, 2022   12:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporê leşkerî û mîralayê teqawid Hamid Ebduletîf ji Ronewsê re got, “Dewleta Tirk 37 baregehên leşkerî yên mayînde li xaka Iraqê bi kûrahiya zêdetirî 100 km ava kirin, ev yek bêyî koordîneya bi hikumeta ferderal a Bexdayê re pêk hat.”

Ebduletîf ew yek bi dagirkeriya leşkerî bi nav kir.

Hamid Ebduletîf wiha domand: “Gelê Iraqê ji helwestên şermok ên hikumeta Iraqê li hember binpêkirina serweriya nîştimanî, ne razî ye.”