Bîlançoya êrişên dagirkeriyê di Gulanê de li ser Til Temirê

Di meha Gulanê de dagirkeran bi hemû hêz û teknîka xwe 17 gund û mezreayên Til Temirê kirin hedefa êrîşan. Di encama êrişên dagirkeran de;  500 roket li van gundan ketin, 2 şervan û 4 sivîl birîndar bûn, mizgeft, dêr û avahiyên niştecihan hatin rûxandin.

Bîlançoya êrişên dagirkeriyê di Gulanê de li ser Til Temirê
1 hezîran, 2022   10:13
HESEKÊ

Roj tine ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatên Suriyeyê çênebin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji sala 2011'an ve û heta roja îro bênavber li dijî axa Rojava êrişan pêk tînin. Nêzîkatiyên aliyên navneteweyî û berjewendiyên herêmî dihêle ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi taybetî li herêmên ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji çeteyên DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra hatine rizgarkirin, sucên xwe zêdetir bikin.

Di wê pêvajoyê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi gefên Erdogan ve dixwaze êrişêke topyekûn li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê pêk bîne. Bêgûman plan û amadekariya dagirkeriyê ne nû ye. Rojane li ser axa Rojavayê Kurdistanê bi obîs, hawan, balafirên şer û keşfê êrişan pêk tîne. Bi taybetî, bi van êrîşen ku li Kobanê, Eyn Îsa, Şehba, Zirgan û Til Temirê pêk tîne, armanc dike ku dagirkeriyeke nû bide destpêkirin.

Tevî hemû peymanên navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker mîna ku guhertina demografîk a li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê çêdike, bi heman fikra dagirkeriyê di roja me ya îro de jî bajar û gûndên Til Temir cihên kevnar, mizgeftan, dêran, malên welatiyan û xwezaya gundan bi rojane topberan dike û hildiweşîne. Her wiha mal û milkên welatiyan zirarên mezin dibînin û jiyanên wan dikeve xeteriyê.

Dewleta Tirk ku ji bêdengiya hemû hêzên navnetewî û herêmî sûd werdigre, di êrîşên li dijî pêkhateyên herêmê de ti sînoran nas nake. Helbet armanca dagirkeriyê ew e ku war û malên welatiyên Kurd, Asurî, Ermenî, Ereb û Suryanî ku li Til Temirê dijîn, hedef bigire û welatiyan bi zorê bide koçberkirin, her wiha wan neçar bike ku malên xwe biterikînin. Her wiha tê armanckirin ku rêya stratejî ya M-4 were bidestxistin.

Bi wî avayî ji destpêka meha Gulanê ve êrişên dagirkeriyê li ser qadê her diçe zêde dibin. Ajansa me di derheqê van êrişên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên Gulana 2022’yan de pêk aniye, bi belgeyên wê ev bîlanço amade kir:

* Bi giştî êrîşên dagirkeriyê ku li ser gûndên girêdayî Til Temirê çêbûne, de nêzî 500 topên giran, roketavêj, roketên goşeyî, hawan û obîsan li van gundan ketin.

 * 17 gûndên ku dikevin xeta Rojhilat, Bakur û Rojavayê Til Temirê hatin hedef girtin. Di encama bombebaranê de malên niştecihan û avahiyên jiyanê hatin rûxandin. Gundên El Gozeliyî, Eleqîbiş Foqanî û Tehtanî ku li ser rêya M-4 in û dikevin Başur û Rojavayê Til Temîrê; gundên Til Cuma, Til Kefçî a Aşûriyan, gundê Til Tewîl, Tawîla, Um El-Kêf û Sûkar El-Ehmar ku li ser riya Zirganê ne û li Bakûrê Til Temir in;  gundê El Dirdara, gorên Qerecenê, Şêx Elî hatin topbarankirin.

* Navenda kehrebeyê ya Til Temir û derdora baregeha Rûsan hate hedefgirtin.

* Gundê Til Şenan a Aşuriyan hate topbarankirin û avahî hatin rûxandin.

* Ji ber topberanê li nêzî Qesra Tûma Yalda zêviyên welatiyan hatin şewitandin.

* Di êrîşa gundê Til Cuma û El-Exîbiş de şervanê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî bi navê Andreî û şervanê Meclisa Parastina Xabûr Qados Til Temir, her wiha 3 cotkarên bi navê Xelil Hemed, Turkî El-Tuxemî û Eymen Elî Ehmed birîndar bûn. Her wiha jinêke navê wê nehat bi destxistin, birîndar bû.

* Di encama êrîşên dagirkeran de gondên ku sivîl lê dijîn, gelek mal û milkên wan zirar dîtin.

*Di êrişa gundê Til Tewîl a Suryaniyan de dêr hatin rûxandin.

* Di êrîşên gundê Dirdara de gelek avahî û mizgeftek hate rûxandin.

ANHA