Şêniyên Dirbêsiyê: Pêngava 1`ê Hezîranê bingeha Şoreşa Rojava ye

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku Pêngava 1`ê Hezîranê bingeha Şoreşa Rojava ye û hemû hewldan û komployên “Malbata Barzanî” û APK`ê yên tunekirina tevgera rizgariya Kurdistanê têk bir.

Şêniyên Dirbêsiyê: Pêngava 1`ê Hezîranê bingeha Şoreşa Rojava ye
1 hezîran, 2022   10:46
HESEKÊ

Şêniyên Dirbêsiyê û gundên wê îro bi boneya salvegera Pêngava 1`ê Hezîrana 2004`an daxuyaniyek da û tê de got, li dijî siyaseta tesfiyekirinê û qirkirina gelê Kurd ev pêngaveke dîrokî bû.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dirbêsiyê Mihemed Xelef li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan û bi beşdariya bi dehan şêniyên navçeyê, gundên wê û endamên saziyên sivîl daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Pêngava 1`ê Hezîranê di dîroka berxwedan û azadiyê ya gerîlayan li dijî êrişên qirkirinê yên hundir û derve dest pê kiriye de, pêngaveke dîrokî ye.”

Tesfiyeya hundirîn ku hêzên komploger li pişt wê bûn, xwestin tevgera rizgariyê ji armancên wê û xeta azadiyê dûr bixin, lê Pêngava 1`ê Hezîranê li dijî vê siyasetê gaveke dîrokî bû û siyaseta tesfiyekirinê û planên hêzên komploger têk bir."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev pêngavê bi modela xwe ya îdeolojî, siyasî, civakî û leşkerî ya li dijî siyaseta îxanet û teslîmiyetê, xurt bû û li ser bingeha neteweya demokratîk û rêxistinbûyîna wê asta bilind a berxwedanê nîşan da.

Her wiha hate gotin ku Pêngava 1`ê Hezîranê li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan zemînekî xurt ji bo azadî, demokrasî û azadiya jinan ava kir.

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal li ser berxwedana efsanewî ya hêzên gerîla li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk hat kişandin û hate gotin: “Malbata Barzanî bi hevkariya xwe bi hikumeta AKP`ê re, dîsa ketiye ser rêya îxanetê. Lê wekî ku Pêngava 1`ê Hezîrana 2004`an ew komplo vala derxist û bûye bingeha Şoreşa Rojava ya li ser fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, îro jî gerîlayên HPG`ê hemû plan û komployan têk dibin.”

Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana gerîlayan hate silavkirin.

(eh)

ANHA