Dagirkeran li Efrînê di mehekê de 3 welatî kuştin

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, li kantona Efrînê ya dagirkirî di meha Gulanê de 3 welatî bi destê Îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine kuştin.

Dagirkeran li Efrînê di mehekê de 3 welatî kuştin
1 hezîran, 2022   10:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daneyên dawîn ên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, li Efrîna dagirkirî 3 welatî hatine kuştin, di nav de bûyera xwekuştina zarokekê û kuştina welatiyekî di bin êşkenceyê de li girtîgehên komên çeteyan.

Dewleta Tirk a dagirker ku naxwaze li Efrîna dagirkirî Kurdek jî bimîne, li dijî niştecihên resen ên kantonê jenosîd pêk tîne.

(şx)

ANHA