Nexşeya belavkirina baregehên dewleta Tirk Ii sêgoşeya Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê

Di herêma sêgoşeya Serêkaniyê yê dagirkirî û navçeyên Til Temir û Zirganê de 30 baregehên dewleta Tirk a dagirker hene. Jê yên herî girîng; Dibistana El-Razî, gundê Dawûdiyê, gundê Ezîziyê, Til Minax, gundê Amiriye, Bab El-Ferec, Bab El-Xêr, Dawûdiye Mele Selman û Etîq El-Hewa.

Nexşeya belavkirina baregehên dewleta Tirk Ii sêgoşeya Serêkaniyê, Zirgan û Til Temirê
1 hezîran, 2022   04:46
HESEKÊ

Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên qaşo bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê li dijî herêmê û dagirkirina herêmên Serêkaniyê û Girê Spî di dawiya 2019`an de, nêzbûna wan ji  navçeyên Til Temir û Zirgan ên Hesekê re, dewleta Tirk a dagirker dest bi avakirina baregehan kir.

Dewleta Tirk ji bo van baregehan ava bike, malên welatiyan rûxandin û yên din desteser kirin, piştî ku ew dan koçberkirin. Bi vê yekê ji malên welatiyan dest bi hedefgirtina herêmên din kir. Di nav de navçeyên Til Temir û Zirgan hene ku ruxmî lihevkirinên agirbestê, lê rojane tên topbarankirin.

Ajansa me bi rêya çavkaniyên ji hundirê herêmê û bi rêya fermandarên leşkerî belge kir ku  li herêma Serêkaniyê û herêma heta bi rojhilatê Zirganê, heta bi Til Temir û başûrê Mebrûka  30 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker hene.

Ji girîngtirîn baregehên li herêma Serêkaniyê ya dagirkirî, baregeha li dibistana El-Razî ye. Odeya êrişan û birêvebirinê ya dewleta Tirk a dagirker li herêmê ye. Li rex wê baregeha gundê Dawûdiye heye ku li herêmê ya herî mezin e. Tê de hêzên komandos ên dewleta Tirk a dagirker hene. Her wiha baregeha gundê Ezîziye cihê firîna balefirên bêmirov a biçek e.

Li başûr û rojhilatê Serêkaniyê du baregehên din li nêzî gundê Minacîr li ser rêya gundê Koi Şilah hene. Baregeha El-Seyîdat li nêzî gundê Xirbet El-Camûs e ku navenda çekên giran e û ji wir her tim navçeya Til Temirê tê topbarankirin. Her wiha 3 baregehên din ên komên çeteyan li nêzî heman gundî hene.

Li rojavayê navçeyê baregehek li ser girê gundê Til Erqem heye ku berê baregeha Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bû.

10 baregehên dewleta Tirk a dagirker li seranserî eniyên şer ên navçeya Til Temirê hene; baregeha Girê Minax ku li bakurê navçeya Til Temirê û li ser rêya navçeya Zirgan e. Tê de tank û panzer hene.

Baregeha Kinêhir a li bakurê navçeya Til Temirê û nêzî gundê Qasimiye ye. Li vê baregehê amûrên astengkirina sîngal, topavêj û tank hene. Li rex wê baregeha El-Hemra heye û tê de çekên giran hene. Li baregeha gundê Erîşe jî ku li rojavayê navçeya Til Temirê ye radar û topavêj hene.

Baregeha gundê Amirdiye ya li rojavayê Til Temirê û nêzî rêya M4 heye. Ev baregeh, baregeha herî mezin ku nêzî navçeyê ye. Dûrî wê bi 200 metreyan baregeheke din heye ku tê de çekên giran mîna tank, topavêj û panzer hene. Li ser heman rêyî, baregeha Hiwêş Natir heye.

Dewleta Tirk a dagirker her wiha baregeh li gundên rojavayê navçeya Zirganê ava kirine. Jê baregeha Medcene ku berê cihê xwedîkirina mirîşkan bû û yê şêniyên gundê Um Eşbe ye, lê niha bûye baregehek ji bo çavdêriyê.

Li rex wan baregeha gundê Bab El-Xêr heye ku li wê herêmê ya herî mezin e. Tê de hêzên taybet, çekên giran hene. Baregeha gundê Bab El-Ferec jî ji girîngtirîn baregehên li wê herêmê ye, ev baregeh lojistîk, pêdiviyên leşkerî ji baregehên din re peyda dike. Tê de çekên giran, tank û panzer hene.

Baregeha gundê Dawûdiye Mele Selman jî ji girîngtirîn baregehên herêmê ye. Ev baregeh çavdêriya baregehên din dike, navenda agahiyan û odeya tevgerên dewleta Tirk a dagirker e û tê de hêzên komandos hene.

Dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn, baregehek li gundê Etîq El-Hewa ava kir û tê de çekên giran hene.

Li kêlek van baregehan ku ji wan navçeyên Til Temir û Zirganê tên hedefgirtin, dewleta Tirk a dagirker bi dehan dibistan, mezrea û malên welatiyan veguherand baregehan.

(şx)

ANHA