​​​​​​​Koçberên li kampên Şehba: Em ê li hember hemû êrişan li ber xwe bidin

Nêzî kilo metreyekê ji eniyên şer bi ser dewleta Tirk a dagirker ve, koçberên Efrînê û şêniyên gundewarên Helebê di konan de li ber xwe didin. Ew kon koçberan ji parçeyên topên dagirkeriya Tirk, azarên germahiya havîn û sermaya zivistanê napêrzin, lê tevî wê berxwedana bilind e.

​​​​​​​Koçberên li kampên Şehba: Em ê li hember hemû êrişan li ber xwe bidin
​​​​​​​Koçberên li kampên Şehba: Em ê li hember hemû êrişan li ber xwe bidin
​​​​​​​Koçberên li kampên Şehba: Em ê li hember hemû êrişan li ber xwe bidin
​​​​​​​Koçberên li kampên Şehba: Em ê li hember hemû êrişan li ber xwe bidin
​​​​​​​Koçberên li kampên Şehba: Em ê li hember hemû êrişan li ber xwe bidin
31 gulan, 2022   23:38
ŞEHBA – CÛDÎ SÎPAN

Koçberên Efrînê û şêniyên gundewarên Helebê ku ji ber şerê li Sûriyê reviyane di sala 5`an de berxwedana xwe didomînin.

Kampa Şehba li gundê Keşetar ê navçeya Şêrawa ya gundewarên Efrînê ye û li ser rêya bazirganî ya Heleb – Dîlokê ye.

Rêveberiya Xweser di 2016`an de ev kamp ava kir da ku koçberên sûrî yên ji şêniyên gundewarên Helebê ku ji ber şer li Sûriyê reviyane, bi cih bike.

Ji destpêka ku şênî ji warê xwe Efrînê koçber bûne ve, şêniyan şerê gel ê şoreşgerî esas girt da ku berxwedana xwe li kantona Şehbayê berdewam bikin û vegera li warê xwe misoger bikin.

Hêzên desthilatdar li herêmê ji hemû aliyên jiyanî ve zext li ser şêniyan bi kar anîn. Ew jî ji bo wan ji cihê hebûna wan koçber bikin û hêviya vegera li warê wan qut bikin. Bi wê re dewleta Tirk a dagirekr derdora kampê topbaran dike, hikumeta Şamê jî li ser herêmê dorpêç ferz kiriye û UNICEF miqdara ava vexwarinê kêm kiriye.

Li gorî endamê Meclisa Kampa Şehbayê ku pêwîstiya kampê bi nêzî 400 bermîlên ava vexwarinê heye lê miqdarê avê hatiye kêmkirin û rojane bûye nêzî 180 bermîl.

Kamp nêzî 500 metreyan dûrî duyemîn mezintirîn baregehên Rûsyayê li kantona Şehbayê ye û tê de 300 malbat ji koçberên Efrînê û şêniyên gundewarên Helebê dijîn.

TOPBARANA ROJANE

Di vê çarçoveyê de welatiyê bi navê Yûsif Bîlal ji ANHA`yê re got ji dema ku Efrînê koçber bûne rojane ji aliyê dewleta Tirk ve têne topbarankirin û tu rêxistinên navneteweyî helwesteke cidî ji bo rawestandina topbarana bêserûber a li dijî kampê, nîşan nadin.

Bîlal wiha domand: "Kampên bilastîk me ji parçeyên topên dagirkeran naparêzin. Ji ber parçe herî zêde bi 100 metreyî li nêzî kampê dikevin. Caran jî kon parçe dibin. Ev jî jiyana şêniyan dixe xeteriyê."

Bîlal bêdengiya hêzên Rûsyayê ku li herêmê garantor e şermezar kir û wiha axivî: "Em bêdengiya hêzên Rûsyayê ku 500 metreyan dûrî kampê ne şermezar dikin."

Bîlal diyar kir ku niştecihên kampê rastiya dewleta Tirk nas dikin ku dixwaze Kurd û gelên herêmê qir bike, wan ji cihên hebûna wan koçber bike û hêviya vegera li warê wan, qut bike.

Welatiya bi navê Ferîde Mihemed ku ji gundewarên Helebê ye destnîşan kir ku rêxistina UNICEF a ku ava vexwarinê bi awayekî rojane li kampê belav dike, miqdarê ava ji kampê re kêm kir û ev jî di dema ku rêjeyê germahiyê di demsala havînê de bilind dibe, hate kirin.

Ferîde Mihemed wiha pê de çû: "Bi hatina demsala havînê re rêxistina UNICEF miqdara ava ji kampê re kêm kir û ev yek zehmetiyên me di kampê de zêdetir dike."

Ferîde Mihemed bang li rêxistinên navnteweyî yên mirovî û yên pêwendîdar bi mafên mirovan kir ku nêrîna xwe di biryarên şaş der barê niştecihên di kampên kantona Şehbayê de vegerîne û miqdarekî mezintir ji ava vexwarinê ji kampê re peyda bikin."

Ferîde Mihemed di axaftina xwe de bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk li ser kampê rawestîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta Tirk a dagirker rojane derdora kampê topbaran dike. Ji ber topbarna rojane li ser me, em nikarin zarokên xwe bişînin dibistanan."

Her wiha Hevseroka Meclisa kampên Şehba û Vegerê Leyla Ednan jî destnîşan kir ku koçberên Efrînê û şêniyên gundewarên Helebê ku di kampa Şehbayê de di nava rewşên zehmet de dijîn û ew jî ji ber kirinên dewleta Tirk ên derexlaqî li dijî welatiyan in.

Leyla Ednan tevî zehmetiyan jî îşaret bi berxwedana şêniyan kir û wiha axivî: "Ji zêdetirî 4 salan ve ku koçber şerê gel ê şoreşgerî ji bo parastin û xwerêxistinkirina li dijî hewldanên hêzên desthilatdar esas digire. Ew hêz dixwazin careke din şêniyan ji cihên hebûna wan koçber bikin."

Leyla Ednan di dawiyê de siyaseta rêxistina UNICEF ku dixwaze îradeya gel bi rêya kêmkirina ava vexwarinê ji şêniyan re têk bibe, şermezar kir.

(bx)

ANHA