​​​​​​​Li Helebê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan

 Însyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star a bajarê Helebê ji bo şikandina tecrîda li ser rêber Ocalan li taxa Eşrefiyê konê çalakiyê danîn.

​​​​​​​Li Helebê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan
​​​​​​​Li Helebê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan
​​​​​​​Li Helebê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan
​​​​​​​Li Helebê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan
​​​​​​​Li Helebê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan
​​​​​​​Li Helebê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan
​​​​​​​Li Helebê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan
​​​​​​​Li Helebê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan
​​​​​​​Li Helebê çalakiya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan
31 gulan, 2022   18:30
HELEB-ARIF SILÊMAN

Kon li ber Parka Efrîn hat danîn, bi wêneyên rêber Ocalan û alên Kongra Star û Însyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan hat xemilandin.

Di roja yekê ya çalakiyê de şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdar bûn.

Çalakî bi xwendina daxuyaniyekê ji aliyê Însyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Ocalan re bi zimanên kurdî û erebî ji aliyê endama Însyatîfê Selwa Hisên û endama Kongra Star Cîhan Berkel ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hat gotin: "Em weke Însyatîfa Sûrî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Kongra Star, tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar dikin. Ev tecrîd binpêkirineke li hember gelên azadîxwaz.  Ji ber doza rêber Ocalan berfireh e, hemû gelên azadîxwaz baweriya xwe bi fikir û felsefeya rêber Ocalan tînin."

Piştre endama Kongra Star Zeyneb Elî axivî û tecrîda li ser rêber Ocalan şermezar kir û got: "Dewleta Tirk ji fikir û felsefeya rêber Ocalan ditirse, fikrên rêber Ocalan li ser dewleta Tirk a ku dixwaze Osmaniya Nû ava bike metirsî ye, ji ber wê tecrîd ferz kiriye."

Endamê Meclisa taxa Şehîd Rûbar Qamişlo, Selah Mistefa jî axivî û got: "Dixwazin di şexsê rêber Ocalan de berxwedana gel bişkînin, lê çiqas tecrîd giran bibe dê dewleta Tirk negihêje armanca xwe."

Endama komîngeha şehîd Rûken Zerdeşt, Îlham Hemdî jî got: "Dewletên hegemon bi rêya dîlgirtina rêber Ocalan xwestin dawî li doza Kurdî û ya jinê bînin, lê ew negihiştin armanca xwe. Rêber Ocalan zîndana Îmralî kiriye navenda demokrasî û azadiyê."

Çalakiya roja yekê bi pêşandana sînîvsyonekê der barê komploya li ser rêber Ocalan de bi dawî bû.

Tê payîn çalakî 3 rojan dewam bike.

(şt)

ANHA