Li Dêrazorê gefên dagirkeriyeke nû li herêmê hatin protestorkirin

Meclisa Herêma Rojhilat a bajarokê Hecînê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê xwepêşandanek li dar xist. Di xwepêşandanê de meclisê têêkildarî timayên dewleta Tirk hişyarî da.

Li Dêrazorê gefên dagirkeriyeke nû li herêmê hatin protestorkirin
31 gulan, 2022   12:27
DÊRAZOR

Bi sedan şênî, rûspiyên êlên rojhilatê Dêrazorê li pêşiya avahiya Meclisa Herêma Rojhilat a bajarokê Hecînê kom bûn.

Beşdarên xwepêşandanê heta navenda bajarokê Hecînê meşiyan û bi sloganan gefên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya civata navneteweyî li hember van sûcan şermezar kir.

Li navarasta bajarok, hevserokê Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Herêma Rojhilat Hesen El-Loha daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Şênî, rûspî, karker, cotkar, rewşenbîr, zarok û jinên Dêrazorê û Herêma Rojhilat destwerdana dewleta Tirk red dikin û banga vekişîna dagirkeriya Tirk ji axa Sûriyê dikin.

Em bang li civata navneteweyî û hêzên garantro dikin ku van gefên dewleta Tirk a dagirker rawestînin û nehêlin timayên xwe yên mêtingeriyê li herêmê pêk bîne.

AKP`ê bi van gefan ku qaşo dixwaze herêmeke ewle bi kûrahiya 30 kîlometreyan ava bike, ji aloziyên xwe yên siyasî, aborî yên hundirîn direve û derdixe derve bi taybet hilbijartinên parlamentoyê nêz in.

Ev destwerdan li ser Sûriyê û gelê wê û heta pêşeroja çareseriyê û lihevkirina sûrî-sûrî xeteriyeke mezin e.

Dewleta Tirk derfet û aloziyên navneteweyî bi kar tîne da ku projeyên xwe yên nijadperest pêk bîne, dê ev yek di navbera pêkhateyên Sûriyê de aloziyê derxîne û rê bide komên terorîst ku li herêmê çalak bibin.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku destwerdanê bike û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û sûcên li şêniyên herêmê pêk tîne rawestînin.”

(şx)

ANHA