Rayedarekî îxwanî serdana kantona Girê Spî ya dagirkirî kir

Bi armanca mayîndekirina teror û tundrawiyê li herêmên dagirkirî, rayedarekî “îxwanî” serdana kantona Girê Spî ya dagirkirî kir.

Rayedarekî îxwanî serdana kantona Girê Spî ya dagirkirî kir
31 gulan, 2022   12:41
 EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyekî herêmî ji kantona Girê Spî, rayedarê îxwanî yê girêdayî Îtîlafa Sûriyê yê bi navê Usama Refayî duh serdana Gerînendiya Kar û Barên Olî ya girêdayî “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” kiriye. Ev yek di çarçoveya belavkirina fikrê tundraw ê dewleta Tirk a dagirker de ya bi rêya komkirina endamên çeteyên ji bermahiyên DAIŞ`ê û komên cîhadîst, pêk tê.

Beriya niha, ajansa me bi belgeyan destnîşan kiribû ku endam û malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên piştî êrişa 9`ê Cotmeha 2019`an ji kampa Eyn Îsa reviyane, li malên koçberên Girê Spî bi cih bûne, her wiha hejmareke mezin a malbatên çeteyan ku li Tirkiyê bûn piştî dagirkirina kantonê vegeriyane navenda kantona Girê Spî.

Çavkanî daxuyand ku serdana rayedarê îxwanî di çarçoveya xwedîderketina li fikrê tundraw de pêk tê, yê ku komeleyên Çeçenistan û Pakîstanê hewl didin belav bikin, ji lewre li navenda kantona Girê Spî ya dagirkirî û bajarokê Hemam Tirkmen bi çavdêriya MÎT`ê komeleyên taybet bi vê yekê ava kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî yên ji kantona dagikirî hatine wergirtin, ev komele bi rêya komkirina zarokên çeteyan, perwerdekirina wan li ser fikrê tundraw, vê bîrdoziyê li navenda kantonê belav dikin.